ÎZMÎR - Mehmet Alî Baytar û malbata wî ya li Bayindirê bi navê "Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerdê" gundek ava kirine, jiyana ku xweza û emokrasî biehvre re dihunin. Baytar gundê ku ava kirine bi îfadeyê "li vî gundî her tişt heye lê ji bo kedxwarî, qirêjî û îsrafê cih tuneye" pênase dike.
Li taxa Erenkoya navçeya Bayindir a Îzmîrê, li ser zeviya 22 donim Mehmet Alî Baytar û xizmên wî “Gundê Jihanê ya Ekolojîk a Rûerdê” vakirin û jiyanek xwezayî didomîne. Baytar û xizmên wî ku bi dirûşmeya “Rûerd ê me hemûyane” pêşeroja xwe di axê de dibînin, li yekemîn Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerd bi turbîn biçûn ên hewa û ava ceyrana xwe hildiberînin. Gelê gund ku pêwîstiya xwe ya avê ji ava ji çiyayê Dumanli di herike derbas dikin bi rêbaza demle bexçe û zeviyên xwe av didin. Li gundê ligel cotaniyê sewal jî tên xwedîkirin, malên bi kevir hatine çêkirin û zirarê nadin xwezayê ji bo dildaran hawirdora jiyanek xwezayî pêşkêş dike.
XWEZA Û DEMOKRASÎ DI NAVA HEV DE
Li gund, li “Qehwexaneya Dînan” a ji bo çandhezan hatiye avakirin, cihekî ku hemû kes dikare di nava xwezayê de hunera xwe pêşkê bike û berhemên xwe pêşkêş bike ye. Li ser Dîwarê Demokrasiyê yê li Qehwexaneya Dînan hatiye avakirin, dildarên xwezayê fikrên xwe yên derbarê mirov û cîhanê de dinivîsin û bi gundiyan re parve dikin. Li gund darên fêkî û sewzeyan nava hevde tên çandin. Li Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerdê ku tu derman û zibilên kimyasal nayê bikaranîn zibilê sewalan tê bikaranîn. Nexweşiyên di berhem de jî bi dermanên ji sabûna Ereb û sîrke hatiye çêkirin tê derbas kirin.
NÎQAŞÊN LI SER GEZEGENEK XWEŞTIR TÊN KIRIN
Li Qada Jiyana hevpar a hatiye avakirin, malên Bungalov ê ku dê dildarên xwezayê lê bimînin bi awayekî kolektif tên avakirin. Di qada hevpar a xwezayî de dildarên xwezayê, ji bo zîhniyeta xwezayê û terapiya fikran bikin nîqaşan didin meşandin. Mehmet Alî Baytar, diyar kir ku ew di qada jiyana xwezayî de nîqaşan dikin, besiva pirsa çawa dikarin biçin gezegenek baştir digerin û wiha got: “Yekperestî li dijî hebûna jiyanê ye. Li cihekî ku rûerd û xweza yek be yekbûna mirovan ji me re bê wate tê. Ji ber vê yekê li Qada Jiyana Hevpar em tercîha şirîkbûnê dikin. Armanca me ewe ku em ji qirêjiya kapitalizm û têkiliyên qirêj durbikevine. Ji bo li derveyî têkiliyên kapitalîstê, hemû tiştên ji bo mirovan hilberînin û parve bikin me cihekî wiha ava kir.”
‘EM LI GORÎ SALNAMEYA XWZAYÊ TEVDIGERIN’
Baytar, da zanîn ku ji ber kesên dibêjin ‘ez bi aqilim’ cîhan anîne vê halê Qehwexaneya Dînan ava kiriye û wiha pêde çû: “Ji ber em dînên dildarin, em fereseta hunera hevpar didin avakirin. Li gundê ekolojîk dildar û gelê gund bernameya rojane bi hevre çêdikin. Em jiyanê bêpere û bêberamberî parve dikin. Berhemên me yên ji bexçe derdikevin em bi hevalê xwe yê xwezayê re parve dikin. Yê zêde jî bi riya rojê hişk dikin û ji zivistanê re amade dikin. Ji ber şert û mercên derdor germbûna kûreweyî her tim tê guhertin bernameya me jî li gor salnameya xwezayê tê amadekirin. Dema em hertim li cihekî çandinî bikin em ê axa wir xira bikin û zirarê bidin. Ji ber vê yekê li gorî qanûnên xwezayê tevdigerin tiştekî li dijî eko-sîstemê nakin.”
‘CIH JI KEDXWARINÊ RE TUNE YE’
Baytar, anî ziman ku gundê avakirine aîdî cîhanê ye û wiha axivî: “Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerdê, gundekî ku bêyî ferqa ziman, ol û nijat bixe nava mirovan, hemû mirovanên cîhanê hembêz dike, hez dike, bi wan re hildiberîne û bi wan re dimezixîne ye. Dema Xwedê hemû nîmetan dan mirovan nedan kesekê. Lê niha ji ber hinek kesan dest danîne ser nirxên mirovahiyê hinek zehmetî hatine jiyîn. Ji ber pirsgirêk eve em dibêjin gundê rûerd. Li gund cihê her tiştî heye, cihê kedxwarin qirêj û îsrafê tune ye. Em ê li vî gundî têr hilbirînin û têr bimezixînin. Em bêyî eko-sîstem xirabikin em ê di nava xweza ekoloji û rûerdê de bijîn.”