Herêma turîzmê bi xetereya teqîna metanê re rû bi rû ye

MUGLA - Çopgeha Gundoganê, ku di nav sînorê herêma turîzmê Kendava Turkbuku û Taxa Gundoganê de cih digire, ji ber ku tim gaza metanê hildiberîne dibe ku li vir ji nişkave teqînek çêbibe. Niştecihên taxê û ekolojîstan, diyar kir ku çopgeha Gundoganê qadên jiyanê tune dike û xwest ku demildest rayedar bikevin nava tevgerê.

Çopgeha Gundoganê, ku di nav sînorê Kendava Turkbuku û Taxa Gundoganê yên Bodrûma Mûglayê de cih digire, talûkeyeke mezin dide der. Ji ber ku nehatiye rehabîlîtekirin li çopgehê rîska ku ji nişkave teqînek çêbibe heye. Li çopgehê ji sala 2006'an heta 2016'an 6 caran şewat çêbûye. Di şewata dawîn a 2013'an de hindik mabû Taxa Gundoganê bi temamî ji holê rabibe. Ji ber şewatên 10 salan 41 hezar darên ku ji hêla Weqfa Têkoşîna Dijî Erozyonê, Bidarkirin û Parastina Heyînên Sirûştî ya Tirkiyeyê (TEMA) hatin dayîn şewitîn. Piştî şewata dawîn, ji hêla Şaredariya Bodrûmê ve li qada çopgehê ya Gundoganê valakirina çopan hat qedexekirin, lê belê ji ber tevdîrên baş nehatin wergirtin hîn jî bi riyên qaçax çop tên valakirin. Ji ber vê jî ev çopgeh tim û tim gaza metanê hildiberîne. Niştecihên taxê ji ber vê yekê diqilqilin û hewl didin ku tevî Meclîsa Taxê ya Gundoganê pirsgirêkê çareser bikin.

‘DESTÛRA DARDANÎNÊ JÎ NADIN'

Endamê Meclîsa Taxê ya Gundoganê û ekolojîst Haluk Ortaç wiha axivî: "Herî dawî xezîne peymana kirê ya li vir betal kir û xwest ku vir ji destê TEMA'yê derîne. Niha ji ber ku pêvajoya darazê didome, em jî nikarin tiştekî li vir bikin. Destûrê nadin dar jî bên danîn. Li gel vê texmîna me ew e ku dê ev bi xwe re rantekê bîne. Dê di encama darazê de xezîne wek cihên din li vir jî li gor xwe tevbigere. Ya dê bi wadeyek dirêj pêşkeşî kesekî bike û bi kirê bide, an jî dê TOKÎ'yê bîne."

‘DIVÊ KULEKÊN DERKETINA GAZÊ BÊN VEKIRIN'

Ortaç, diyar kir ku ji ber ku çopgeh li herêmê gaza metanê hildiberîne, rîska teqîna gaza metanê her diçe zêde dibe. Ortaç, dest nîşan kir ku bi axê nixumandina çopgehê rîska teqînê zêdetir dike. Ortaç, da zanîn ku piştî ku bi axê hat girtin divê kulekên derketina gazê bên vekirin û wiha got: "Lê belê ev nehat kirin. Bi rîska teqîneke wisa terkî çarenûsa xwe hatiye kirin. Divê di demeke herî nêzîk de kulekên derketina gazê bên vekirin û di çarçoveya projeyekê de dubare bê bidarkirin."

‘DÊ DARÊN MAYÎ JÎ BIŞEWITIN'

Endamê Meclîsê û ekolojîst Nihat Koyuncu jî, diyar kir ku ev salek e li çopgeha Gundoganê valakirina çopê qedexe ye, lê belê dîsa jî tevdîrên divê bên girtin nayên girtin û wiha got: "Divê ev der demildest bê rehabîlîtekirin. Bêhnên pîs ji vir tên. Li her derî şûşeyên camî hene. Ev yek rê li ber şewatên nû vedike. Li vir çend dar mane, dê ew jî bişewitin. Li jêrê herêmên darî û cihên ciwarbûnê hene, dê şewat van deran jî tehdît bike." Koyuncu, dest nîşan kir ku qirêjiya çopgeha Gundoganê bi baranê re tevî ava binavayiyî dibe û hema bêje jehrê dipejiqîne. Koyuncu wiha axivî: "Gaza metanê û bêhnên pîs ên ji van deran derdikevin bi riya ba li qadên jiyanê berbelav dibin û tenduristiya mirovan tehdît dikin. Ev çopgeh bandorê li dilê turîzmê Gundogan û hawirdora wê jî dike. Li hemberî me Kendava Kuçukbukê baş tê xuyakirin. Gemariya vir bi baranê re tevlî Kuçukbukê jî dibe û wê qirêjî dike. Dê kî tenduristiya mirovên ku li wir dikevin behrê biparêze? Tu bikî nekî ev bi awayekî neyînî bandorê li turîzmê jî dike." Koyuncu, dest nîşan kir ku divê rayedar demildest ji bo qada çopgehê ya li Gundoganê tevbigerin.

Gokhan Oner - dihaber