AMED / ÎZMÎR - Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Meclîsa Ekolojî ya HDK’a Îzmîrê li dijî talana ekolojiyê ya bi şerê tê meşandin zêde dibe diyarkirin ku ewe ê Roja Hawirdorê ya Cîhanê pîroz nekin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku bêdengiya li hemberî talankirina ekolojiya Kurdistanê rê li ber talankirina xwezaya Tirkiyê jî vekir.
Komeleya Ekolijiyê ya Amedê bi boneya 5’ê Hezîranê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê li avahiya komelê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Endamê MYK’ê yê HDP’ê Omer Onen, Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozer jî amade bûn. Li ser navê koemelê Rêveberê Komeleya Ekolojî ya Amedê Nejdet Sezgîn bi bîranîna welatiyên di 5’ê hezîrana 2015’an de teqîna li dijî mitînga HDP’ê ya “Mirovahiya Mezin” de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir. Sezgîn diyar kir ku ew ê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê pîroz nekin û wiha got: “Em carek din soz didin ku em ê jiyana xwe û qadên jiyanî li dijî şer, hiqûqa şer û rêveberiya yek zilamî re biparêz in.”
Sezgîn da zanîn ku wan di dema şewitandina Çiyayê Cûdî de soz dane zarokên Nûh û ev rexnedayîn kir: “Me nizanibû ku dê her biçe şer kûr bibe, li her deverê welat gelek netew, av û daristan bên qetilkirin.” Sezgîn anî ziman ku bingeha zagonî ya zeytûnan a ji bo sanayî û şirketên madene tên amadekirin û wiha axivî: “Cotkaran ji axa wan qût dikin. Ji malan bigire heta dar û avan her der tê talankirin. Sewal tên qetilkirin. Ji hêviyên baweriya xwezayê heta zarokên Nuh, ji Geziyê heta Cudiyê, ji Sûrê heta Olîmposê, ji daristanan heta darê zeytûnan, ji qûtkirina av û ceryana Sûrê bigire heta kesên ku di nav betonê de dikûjin û masîvanan em soz didin ku em ê parastina xwezayê bikin.”
Sezgîn anî ziman ku ew ê destûr nedin tunekirina xweza û hemû zindiyan û got ew ê li dijî talankirina xweza û xerakirina bajaran têkoşîna xwe bilindir bikin.
‘DÎROK Û XWEZA HEDEF TÊ GIRTIN’
Piştî Sezgîn, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî axivî û ev tişt got: “Wa Sûr li ber çavan e. Tenê li Sûrê ne dîrok, di heman demê de xwezaya bajêr jî tê qetilkirin. Li Tirkiyê tenê ne Sûr, Heskîf jî hedef hat girtin. Li Tirkiyê 167 milyon darên zeytûnan hatin tunekirin. Riyên peravê deryayan û çeman hatin fedakirin. Teslîmkirina xwezayê ya ji bo kara mirovan nayê qebûlkirin. Bêdengiya li hember talankirina ekolojiya Kurdistanê rê li pêşiya talankirina xwezaya Tirkiyê vekir.”
'EM ÇOPA NUKLEER NAXWAZIN’
Meclîsa Ekolojî ya HDK’a Îzmîrê jî bi heman boneye li ber Fabrîkaya Berik Aslanlara Gazîemîrê çalakiya “Em li Gazîemîrê çopa nukleerê naxwazin” pêk anî. Beriya çalakiyê ji ber bêhna ku fabrikaya berik ku hatiye girti maske xistin rûyê xwe.
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Huseyîn Kandemîr, diyar kir ku ew nizanin ku avêtekên nuklerî yên ku nikarin bikevin Tirkiyeyê bi kîja riyan anîne welat û wiha got: “Em çopa nuklerî naxwazin.”
ANTALYA
Komisyona Ekolojiyê ya HDP’a Antalyayê bi boneya Roja Hawirdorê ya Cîhanê li avahiya partiye civînek çapemeniyê li darxist. Berdevkê Komisyona Ekolojiyê ya HDP’a Antalyayê Îlkîn Manya, diyar kir ku welatiyên li ser vê axê dijîn 5’ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê pîroz nakin û wiha got: “Em ê li dijî hiqûqa şer û rêveberiya yekzilamî qadên xwe yên jiyanê biparêzin.”
‘BI OHAL’Ê RE QETLÎAMÊN XWEZAYÊ ZÊDE BÛNE’
Manya, da zanîn di çarçoveya OHAL’ê de gel hatine qetilkirin, taxên hatine xirakirin radestî şîrketên înşaat û enerjiyê hatine kirin û wiha got: “Bi OHAL’ê re qetlîamên xwezayê zêde bûne. Ji bo em destûr nedin ku qadên jiyanê vegerînin qadên rantê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî qetlîamên xwezayê bêdeng nemînin û têbikoşin.”