EDENE - Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, bertek nîşanî biryara îmarê ya ji bo qadên zeytûnan da û got ku, milyonek mirov debara xwe bi van qadên zeytûnan dikin. Karademir, dest nîşan kir ku heke ev qad ji bo îmarê bên vekirin, dê rê li ber Soma û Ermenekên nû vebibe.
Bertekên li hemberî biryara îmarê ya ji bo qadên zeytûnan û çêreyê zêde dibin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Edeneyê Semih Karademir, balê kişand ser guherînên "Qanûna Îslehkirina Zeytûnan û Aşîkirina Benderihên ku li çol û pesaran dijîn" a Jimare 3573'yan.
'PARASTINA QADÊN ZEYTÛNAN TÊ RAKIRIN'
Karademir, dest nîşan kir ku gelek caran bi mebestên cuda hatiye xwestin ku qadên zeytûnan bên guhertin. Karademir, anî ziman ku ji ber bertekên raya giştî ev hewldan pêk nehatine û wiha got: "Bi pêşnûmayê di Qanûna Jimare 3573'yan de zêdekirin û guherandin tên kirin. Di pêşnûmayê de li madeya yekemîn a Qanûna Jimare 3573'yan qada zeytûnan û pênaseyên desteyê tên zêdekirin. Di dekarê de qadên ku di biniya 15 daran de dar lê hebin, wek qadên zeytûnan nayên hesibandin û parastina ku qanûn ji bo qadên zeytûnan diyar kiribû, bi vî awayî tê rakirin."
'DÊ HER TIŞT GIRÊDAYÎ WALÎ BE'
Karademir, dest nîşan kir ku guherandina din jî ew e ku, li her bajarên ku qadên zeytûnan lê ne di bin serokatiya walî de desteyeke parastina qadên zeytûnan a ji 9 kesan pêk tê heye û wiha got: "Endamên desteyê yên ji bilî Odeya Çandiniyê û Fakulteya Çandiniyê hemû di bin emrê walî de ne. Di desteyeke wisa de ne mumkun e ku biryara ku walî bixwaze dernekeve. Di desteyên parastina qadên zeytûnan de cih nadin Odeya Endezyarên Çandiniyê."
'DÊ MILYONEK MIROV BETAL BIMÎNE'
Karademir, bi bîr xist ku di hedefa 2025'an a AKP'ê de hilberandina 450 hezar ton rûnê zeytê heye û dixwaze di îxracatê de dahateke baş bi dest bixe. Karademir, anî ziman ku bi qanûna ku tê xwestin bê derxistin îktîdar bereksê vê hedefea xwe tevdigere. Karademir, got ku bi qasî 300 milyon dolarî dahata îxracata rûnê zeytê heye. Karademir, diyar kir ku heke bi vî awayî qadên zeytûnan ji pîşesaziyê, mandenan û santralên termîkê re bên vekirin, ev tê wateya ku 170 milyon zeytûn bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne.
Karademir, anî ziman ku li Tirkiyeyê nêzî 325 hezar malbat bi hilberîna zeytûnan re eleqedar dibin û tevî ferdên di nav malbatê de ev teqabulî milyonek kesî dike. Karademir, got ku heke qadên zeytûnan ji bo pîşesaziyê bên vekirin, dê milyonek mirov tî û birçî û betal bimîne.
'JI BER OHALÊ BETALKIRINA QANÛNÊ ZEHMET E'
Karademir, dest nîşan kir ku mebesta sereke ya vê qanûnê ew e ku qadên zeytûnan ji pîşesazî û madenan re bê vekirin. Karademir, bi bîr xist ku berê eraziyên çandiniyê yên mirovan ji dest wan hatin derxistin û li Soma û Ermenekê ev mirov bi awayekî bêwesf mehkûmî xebata li madenan hatin kirin û gelek kes di van madenan de jiyana xwe ji dest dan. Karademir, diyar kir ku dibe ku Soma û Ermenekên nû çêbibin. Karademir got ku ew ê wek endezyaran li her derî xeletiya vê qanûnê vebêjin.