Ji tesîsa li şûna zeytunan hat çêkirin nexweşî û mirin difure

MANÎSA - Li Somayê 2 sal berê santrala termîkê ya li şûna darên zeytun û titûnê hat çêkirin bandora wê ya li ser tenduristiya mirovan bersivê dide pirsa "zeytun girîng e yan tesîs". Li navçeyê zarokên ku ji dayik dibin wekî nexweşê bêhntengiyê tên dinê û sedema mirinan jî piranî nexweşiyên KOAH û pençeşêr in.

Piştî pêşnûmeya “Pêşxistina pîşesaziyê û Piştgiriya hilberîne" ya ji bo qadên zeytûnan li kanên madenê bên vekirin li meclîsê hat erêkirin bertek û nerazîbûnên saziyên sivîl û gel zêde dibin. Bi taybetî gotina Serokwezîr Binalî Yildirim a 'Zeytûn giring in ango tesîs" bertek zêdetir kirin. Ekolojîparêz minaka tesîsên ku li navçeya Soma ya Manîsayê didin û diyar kirin ku ji ber li vir li şûna qadên zeytûnan tesîs hatin avakirin ekolojî xera bû û nexweşiyên di bedena mirovan de zêde bûn.

Tirkiye di sala 1954'an de biryar da ku bi armanca lêkolîn û pêşxistinê li Soma Santrala A Termikê bê avakirin. Wezareta Enerjî û Tabiyê bi fermana Saziya Elektrika Tirkiye (TEK) di sala 1967'an de îhlala santralê kir. Li warê zeytûn û tûtinê Somayê lêgerîna madena linyitê dest pê kir û xebatên santralê bi lez berdewam kir. Hedî hêdî li şûna zeviyên tûtin û zeytûnê vegeriya qadên tesîs û madenê. Di sala 1976'an de bingeha Santrala Soma B Termikê hat avêtin. Xebata însaata Santrala Termikê di sala 1981'an de bi dawî bû. Piştî Santral hatin avakirin wekî komên xiltan kanên komirê hatin vekirin û qadên zeytûn û tûtinê winda bûn. Zeytûn her çend bi zagona “Hêjmara 3573'an a Zagona Zeytûnan" hat parastin jî piştî Fabrîqeyên Tekelê di sala 2008'an de hat arizîkirin çandiniya tûtinê bi dawî bû û li şûna wê kanên nû hatin avakirin. Tene di destê şêniyên Somayê de qadên zeytûnan ma. Lê di sala 2014'an de piştî di kana komirê de 301 karker mirin, li gundê Yirca Koma Kolin dest bi înşaata santrala termîkê kirin. Di encama berxwedana gelê Somayê li şûna qadên zeytûnan avakirina santralê hat astengkirin. Santrala Termikê ya A a Soma ku di sala 1981'an dehat avakirin di sala 2015'an de hat arizîkirin. Koma Şîrketên Torku santrala termikê kirî dixwazin santralê mezin bikin. Lê derdora santralê bi zeviyên zeytûnan hatiye pêçan û welatî naxwazin ku li şûna zeviyên zeytûnan santral bên avakirin.

PIŞTÎ KANÊN KOMIMÊ Û SANTRAL HATIN AVAKIRIN NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN

Li navçeya Soma piştî li şûna qadên zeytûnan kanên komirê û santralên termîkê hatin avakirin nexweşî û talankirina xwezayê jî zêde bûn. Her çend Zanîngeha Ege li ser bandora santral û kanên komirê lekolîn kirin jî encama lêkolînê bi raya giştî re parve nekirin. Li gorî lêkolîna Komeleya Mafên Civakî ji ber avakirina kanên komirê û santralên termîkê nexweşiyên bêhntengiyê ên wekî KOAH (Kronik Obstrüktif a Kezebê) pençeşêr û nexweşiyên cuda. Dîsa nexweşiyên wekî astima zarokan jî zêde bû. Li gorî lêkolîna komeleyê piraniya mirinan ji ber nexweşiyên di encama bandora santral û kanan de pêş dikevin in.

WARGEHÊN SEWALAN TUNE BÛN

Li aliyekî nexweşî zêde bû, li a liyekî xweza talan û wêran bû, li aliyê din zevî, mêrg û qadên çêrê yên sewalan jî tune bû. Piştî qadên çêra sewalan tune bû, sewalvanî jî gav bi gav winda bû.

Ahmet Kanbal - dihaber