ŞIRNEX - DSÎ li ser riya 60 kîlomtreyî ya di navbera navenda Şirnex û navçeya Qilebanê de ye, bê navber bendavan çêdike. Ji ber serê 10 kîlometreyan bendavek tê çêkirin, robar zuha dibin.
Karên Avê ya Dewletê, di sala 2009'an li Şirnexê û navçeyên wê dest bi çêkirina bendavan kir. Hîn jî çêkirina van bendavan didome. Li ser geliyê ku 60 kîlometre ye û di navbera navenda bajêr û navçeya Qilebanê de ye 5 bendav hatine temamkirin û çêkirina bendaveke din jî didome.
ROBAR ZUHA BÛN
Ji ber bendavên ku li nêzî gundên Nêrweh, Bilîh û Kirorê rê hatine çêkirin, ekolojî ziyan bûye. Li van herêmên ku gelek heywan lê dijîn, bi sedan dar hatine jêkirin û her wiha gelek erd jî êdî nayên çandin. Ji ber bendavên ku serê 10 kîlometreyan yek hatiye çêkirin, hindik maye ku gelek robar zuha bibin. Ev rewş herî zêde bandorê li gundiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin dike.
BI SEDAN DAR HATIN JÊKIRIN
Ji dêvla gelek riyên ku ji ber bendavan dê di bin avê de bimînin, niha xebatên kolandinê tên kirin. Bi dehan kemçe çiya dikolin û ji ber vê jî bi sedan dar hatine jêkirin.
DÊ TENGAVA QESRIKÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNE
Li gor agahiyên bi dest ketin, dê bendavek jî li ser riya Cizîr-Şirnexê li nêzî Bajaroka Qesrikê bê çêkirin. Ji ber bendava ku dê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin, dê bajarok bi temamî di bin avê de bimîne û her wiha dê Tengava Qesrikê ya ku çiyayên Cûdî û Gebarê digihîne hev jî di bin avê de bimîne. Tê diyarkirin ku, dê welatiyên ku dê malên wan di bin avê de bimînin jî li TOKÎ'yên ku li têketina Cizîrê çêkirina wan didome bên bicihkirin.