ÎZMÎR - Li qada Bayrakli Salhane ya ku erdê wê wekî pişta masî ye, projeya 14 balexaneyên bilindbûna wan di navbera 26 û 62 qat û 110-200 metreyan de tê guhertin, bûye wekî qumarê û avakirina wan didome. Avahiyên bilind ku bi erdhejên biçûk jî talûkuya wan a hilweşandinê heye çav lê tê girtin.
Li Îzmirê di demên dawî de şîrketên wekî Folkart, Megapol, Kavuklar û şîrketên din, li herêma Bayrakli Salhane dest bi ranta balexaniyan kiriye.
Projeya 14 balexaniyên ku di Çileya 2015’an de bi raya giştî re hat parvekirin û bilindahiya wan di navbera 26 - 62 qatan û 110 - 200 metreyan de bê guhertin, li gel hemû niqaşan hêj di rojevê de ye û înşaeta wê didome. Şîrketên înşatê li gel qada ku pir şayik û wekî pişta masî ye jî dîsa rewşa bingehê li ber çavan nagirin û înşaetê berdewam dikin. Zanyaran, di sala 2014’an de lêkolîn kirin û diyar kirin ku ev ji avahiyan ne ne guncav e. Endezyarên Jeofîzîkê yên girêdayî TMMOB'ê lekolîn kirin û anîn ziman ku ev zevî pir şahiyek û ne guncav e.
ÎDÎAYA XETA ERDHEJÊ HEYE
Endezyarên ku li vir lêkolîn kirine, diyar dikin ku li vê qada şayik û wekî pişta masî ye, xeta erdhejê jî heye. Endezyar diyar dikin ku erdhejek hêza wê 5.9 pêl li 40 km dûr pêk bê jî dê disa bandorê li ser van avahiyan çêke.
PIR NÊZÎ QATÊ AVÊ YE
Li gorî lêkolînan tê diyarkirin ku ev qad pir zêde nêzî qata avê ya zikê erdê ye. Lê li gel vê yekê şaredar dîsa li pişt vê projeyê ye. Di rojên borî de Şaredarê Bayrakli Hasan Karabag ê ku Cemxaneya Yamanlar xera kir, bêyî ku rewşa qada înşatê li ber çavan bigire bi armanca rê li pêş ruhsata înşatê vekere diyar kir ku wan xebatek bi lez daye destpêkirin. Karabag, di axaftinek xwe de diyar kir ku wan xebat meşaniye û etuda vê yekê kirine. Karabag, da zanîn ku ji bo navendek nû ya bajar û avahiyên bilind armcan dikin ku etudên zemînê bindin fîrmayan.
SÛCÊ LI DIJÎ BAJAR E
Pisporê Erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan, diyar kir ku avahiyên li tenişta bahrê û delavan divê herî zêde 2 qat bin û wiha got: “Ger ku rastiya erdhejê bê zanîn û avahiyên bilind bên avakirin dê rê li pêş facîayên mezin veke. Li qadên Bayrakli û Karşiyaka erd pir nerm e. Tu çiqas berhemên saxlem ê teknolojiyê bikar bîne jî ger ku erdhej pêk bê dê hilweşe. Avakirina van avahiyan sûcê li dijî bajar e.”
Serokê Odeya Endezyarên Jeofîzîkê yê Şaxa Îzmirê Sînancan Ozçinar jî anî ziman ku ji bo înşaet û avahiyan qada axê ya herî xerab li wir e û wiha got: “Di nava bajar de qada herî xerab û sist li vir e. Lê ev qada ji bo mîmariyê xerab, deriyê wê ji mîmariyê re vekirine. Divê niha hemû test bên kirin û li gorî wê gav bên avêtin. Ger ku tedbir û dest hatibin kirin dibe ku niha pirsgirêk dernekevin. Lê ger ku erdhej pêk bê rîsk bi xwe re tîne.Ezmûna van avahiyan ya herî mezin erdhej e.”
SIBÊ: Têkoşîna hevpar a li diji ‘projeyên qaden rantê’
Cihan Başakçioglu - dîhaber