HATAY - Serokê Şaxa Komeleya Parastina Xwezaya Tirkiyeyê ya Hatayê Abdûllah Ogunç, anî ziman ku şerê li Sûriyeyê pêş dikeve, hem bandorê li mirovan nake û hem jî li xwezayê. Ogunç, anî ziman ku dîwarê li ser sînor hatiye lêkirin, qadên jiyana xezalan teng kiriye.
Ji bo nesla xezalên ku li gundên Încîrlî û Sûcû yên Kirikhana Hatayê ji xwe re qadeke jiyanê ya 7 hezar hektarî peydakirine winda nebe, di sala 2009'an de Şaxa Komeleya Parastina Xwezaya Tirkiyeyê ya Hatayê, li ser erdekî 300 donimî çewlikek çêkir. Hatibû diyarkirin ku nesla xezalên ku bi navê xwe Gazella Gazelle ne qediyaye, lê belê di sala 2008'an de ev xezal careke din derketin holê. Wê demê hejmara xezalan 150 heb bûn, lê piştî hatin parastin her ku çû hejmara wan zêde bû.
‘QADÊN WAN ÊN JIYANÊ TENG BÛN'
Çewlig li gundikê Perîşanê yê gundê Încîrlî yê Kirikhanê ye û li ser erdekî 300 donimî hatiye çêkirin û li vê çewligê xebatên zêdbûna xezalan tên kirin. Serokê Şaxa Komeleya Parastina Xwezaya Tirkiyeyê ya Hatayê Abdûllah Ogunç, anî ziman ku beriya şerê Sûriyeyê xezalên ku li sînor dijîn bi awayekî azad tevdigeriyan. Ogunç, got ku beriya şer xezalan têlên sînor derbas dikirin û heta Lubnanê jî diçûn, lê belê piştî ku li ser sînor dîwar hatiye lêkirin êdî tiştekî wisa ne mumkun e û qada jiyanê ya xezalan teng bûye.
‘ŞER BANDOREKE NEYÎNÎ LI HEYWANAN JÎ KIR'
Ogunç, got ku piştî ku xezal hatine parastin hejmara wan zêde bûye û wiha domand: "Zaf dişibin mirovan. Dema dizanin ku di talûkeyê de ne digirîn. Hêstir ji çavên wan dibarin. Dema zaf bitirsin jî direhilin, dema tirs bidome dikevin û dimirin. Taliyê talî ew jî li pêyî jiyan û aramiyê ne." Ogunç, anî ziman ku şer bandoreke neyînî li heywanan jî kiriye. Ogunç, diyar kir ku ew tam nizanin li wî aliyê sînor çi diqewime. Ogunç got ku, li erdnîgariyeke ku mirov bi hêsanî tên kuştin, ne mumkun e ku heywan bijîn.
'QADÊN WAN ÊN JIYANÊ TENG BÛ'
Ogunç, dest nîşan kir ku dîwarê ku bi şer re ji ber polîtîkayên ewlehîparêze li ser sînor hatiye çêkirin tenê bandorê li jiyana mirovan nekiriye, bi awayekî cidî qadên jiyanê yên xezalan jî teng kiriye. Ogunç wiha axivî: "Berê xezal têlên sînor derbas dikirin û heta Lubnanê jî diçûn. Lê belê, bi destpêkirina şer re bi sedan xezal bûne hedefa bombe û guleyan. Lê li gel vê dîsa jî qadên wan ên jiyanê berfirehtir bûn. Piştî ku li ser sînor dîwar hat lêkirin her ku çû qadên wan ên jiyanê tengtir bûn û niha bi qasî 35 kîlometreyan tenê qadên wan ên jiyanê mane."
LI HERÊMÊ HEYWANÊN PÎROZ IN
Ogunç, anî ziman ku ji aliyê gelê herêmê xezal heywanên pîroz in. Ogunç, got ku dema zirarê bidin erdê cotkaran jî, cotkar tiştekî nakin û bereksê wê kêfxweş dibin. Ogunç, got ku bi saya çewlika ku wan ava kiriye hejmara xezalan tim zêde dibe û dê sala bê ev hejmara bibe du qat.