Prof. Beyza Ustun: Bi mudaxaleya ekosîstemê hemû giyanewer tune dibin

STENBOL - Alîgira Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku bi "Pakêta Reforma Hilberînê" dê gelek qad veguherin qadên maden û pîşesaziyê û wiha got: "Dema ji bo rantê mudaxeleya ekosîstemê tê kirin, hemû giyanewer bedêla vê didin û tune dibin."



"Pakêta Reforma Hilberînê" ku 7 caran ket rojeve Meclîsê û li ser bertekan madeya tunekirina qada zeytûnan jê hat derxistin, lê hîn jî di rojeva Meclîsê de ye. Alîgira Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza ev pakêt nirxand û got ku, AKP bi van polîtîkayên xwe yên der barê qadên jiyanê de sermayeyê jî daye pişta xwe û bi vî awayî îktîdara xwe bi rê ve dibe.

Ustun, diyar kir ku ji bo AKP xwe ji krîza kapîtalîzmê xelas bike hem qadên jiyanê hem jî yekser qadên xwezayê teslîmî sermayeyê kiriye û wiha got: "Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ku her diçe kûrtir dibe heye. AKP, ji bo vê krîza aborî nede hîskirin mêrgan, peravan, qadên zeytûnan û qadên daristanî pêşkeşî sermayeyê dike."

'WÊ DUBARE VÊ QANÛNÊ BÎNIN'

Ustun, bi bîr xist ku qanûna der barê qadên zeytûnan de ewil di sala 2012'an de ket rojevê û wiha axivî: "Di vê serdemê de 14 mehan qadên zeytûnan ji bo bikaranînê hatin vekirin. Paşê dadgeha îdarî ev qanûn rawestand û betal kir. Di vê serdemê de qadeke 13 hezar dekar ji bo bikaranînê hat vekirin. Dema ev dihatin nîqaşkirin li hêlekê jî karê xwe bi rê ve dibirin. Niha ev qanûn ji ber bertekên raya giştî hat rawestandin. Lê bi temamî nehatiye rawestandin. Wê dubare vê qanûnê bînin. Eger 7 caran anî bin; dê hîn jî bînin. dixwazin van qadan ji bo maden û pîşesaziyê vebikin. Van qadan daxilî qada Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê dikin. Rayedar hin qadan wek qadên teknolojiyê îlan dikin. Dibe ku ev qad ên zeytûnan bin, perav, mêrg û daristan bin. Sînorê van qadan tune ye."

'EKOSÎSTEM TÊ TEHDÎDKIRIN'

Ustun, dest nîşan kir ku bi "îstîmlaqkirina lezgîn" her cure qadê îstîmlaq dikin û berpêşî sermayeyê dikin. Ustun wiha axivî: "Berê çem û avan pêşkeş dikirin; niha jî daristanan, mêrg û peravan, qadên zeytûnan û ji bo bax û baxçeyan ji sermayeyê re vebikin hin sererastkirinan dikin. Bi lez û bez ji bo qadên madenan vedikin. Ev yek jî ekosîstema qadên li wir tehdît dike."

'HEMÛ GIYANEWER BEDÊLA VÊ YEKÊ DIDIN'

Ustun wiha domand: "Bi vê re dê ekosîstem xera bibe. Dê hevsenga xwezayî xera bibe. Dîsa giyanewerên ku li van qadan dijîn, dê bedêla vê yekê bidin, dê gelek giyanewer tune bibin. Dema mêş winda bibin dê jiyan biqede. Demekê dînozor dijiyan. Ji ber ku qada wan a jiyanê xera bû, tune bûn. Dema hûn mudaxileyî ekosîstemê dikin, bi vê re teqez hûn mudaxileyî hemû giyaneweran dikin. Ji ber vê hin cih zuha dibin an jî gelek barîn çêdibe. Heke hûn her tiştî ber bi hilberandinên ku pereyan dide ser hev bibin, dê hemû giyanewer û pergala giyaneweran bedêla vê bide."