MÊRSÎN - Dema xebatê kişfê ya Santrala Nukleer a Akkuyuyê parêzeran ji rayedarên rûsî pirsa "Li Rûsyayê ji ber şaşîtiya hilberînê reaktorek xira bû. Gelo dibe ku li vir jî pirsgirêkekî bi vî rengî çêbibe? Gelo li reaktora li Mêrsînê tê avakirin jî tiştekî bi vî rengî bibe?" bi gotina "dibe, ev rîskekî bazirganî ye" bersivandin.
Prof. Dr. Emîn Demîrbaş wekî pisporê jeofîzîkê di çarçoveya doza ku ji bo rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya Santrala Nukleer a Akkuyu bê betalkirin hatiye vekirin de li qada santralê kişf kir. Ji ber ku biryara jinû ve kişf bêkirin jibilî endamên Platforma Dijberên Nukleerê endamên Komeleya Hawirdor û Xwezayê ya Mêrsînê jî hatin qada kişfê. Hawirdorparêz li ser re hatin rawestandin û ji GBT'ê hatin derbaskirin û piştre derbasî Akkuyu bûn.
XETEREYA ERDHEJÊ HEYE
Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Prof. Dr. Aytug Atici ku yek jî dozdar e diyar kir ku di pêvajoya rapora ÇED'ê de bêusulî hatiye kirin. Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê û Berdevkê Platforma Dijberên Nukleerê Erkan Demîr diyar kir li Mêrsîn û derûdorên wî xetereya derghejê heye û santral 30 kîlometre durî xeta fayê ya Ecemîşê ye. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Dr Ful Ugurhan jî diyar kir ku ji ber ku di mijara erdhejê de zanebûna civakê nîne dema karesata nuklerÊ de dê xwe çawa biparêzin nizanin. Seroka Komeleya Xweza û Hawirdorê ya Mêrsînê Sabahat Aslan jî anî ziman ku reaktora ku dê li Santrala Nukleer bê ceribandin hê neqediyaye û ev heta neyê temamkirin rapora ÇED'ê nikare bê dayîn.
'BÊUSULÎ HAT KIRIN'
Parêzerên dozdar di civîna kişfê de diyar kirin ku di dema xebatên etutê yê santralê de bêusulî hatiye kirin û ji bo etutê ax ne li qada santralê ji Sînopê anîne û divê dadgeh vê yekê li ber çavan bigire û jinû ve lêkolînê bike. Rayedarên şîrketê ev îdia red kirin.
Piştî vê yekê li qadê kişf hate kirin. Parêzeran dema kişfê de pirsa "Li Rûsyayê ji ber şaşîtiya hilberînê reaktorek xira bû. Gelo dibe ku li vir jî pirsgirêkekî bi vî rengî çêbibe? Gelo li reaktora li Mêrsînê tê avakirin jî tiştekî bi vî rengî bibe?" ji rayedarên rûsî kirin, li ser vê yekê rayedarê rûs bersiva "ewil em navê pirsgirêkê rast daynin li wir kontaxek çêbû" da. Parêzeran dîsa pirsa "Gelo li reaktora li Mêrsînê tê avakirin jî tiştekî bi vî rengî bibe?" kirin û rayedarên rûs jî bersiva "dibe, ev rîskekî bazirganî ye" da.