ENQERE - Serokê ZMO'yê Ozden Gungor, polîtîkayên hikûmetê yên der barê çandiniyê û avhewayê rexne kir û wiha got: "Hikûmet li şûna çavkaniyên çandiniyê biparêze, pêşkêşî ranta sermayedaran dike.
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Ozden Gungor, der barê rewşa avhewaya li Tirkiye û polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî qadên çandiniyê de nirxandinên girîng kir. Ozden, xwest li 5 salên dawî yên Tirkiye binerin û wiha got: "Hewaya sar havînê jî didome. Em nakevin demsala havînê. Di demsalên zivistanê de jî hewaya havînê heye. Hewaya havîn û zivistanê tev li hev bûye. Ji ber guhertina avhewayê hişkesalî jî pêş dikeve."
Ozden, anî ziman ku guhertina avhewayê bandora xwe li ser berhemên çandiniyê jî dike û wiha got: "Mixabin ji ber hewayê hilberîna genim kêm bû. Di sal berê me 22 milyon ton genim çinî. Sala par me 19 milyon ton genim çinîn. Ji ber berhem kêm dibe dest bi îthala genim dikin. Em 4 milyon ton genim ji derve dikirin. Sedema vê yekê ji ber zêdebûna gaza serayê û tunekirina qadên çandiniyê ye. Li şûna qadên çandiniyê fabrîqeyên kevir, çîmento, kils û berhemên madenê saz dikin. Li Tirkiye gelek fabrîqeyên çîmento hene. Lê li Ewropa tenê 2-3 fabrîqe hene. Li her bajarekî Tirkiye 2-3 fabrîqeyên çîmento hene. Ji bo çîmento xweza tê talankirin. Tu tedbîrên wezaretê ji bo parastina avhewayê tune ye. Li şûna parastina avhewayê biparêzin, qadên çandiniyê pêşkêşî ranta sermayedaran dikin. Li welatê me gelek berhem kêm dibe. Bereketa gelek cureyên çandiniyê kêm dibe. Serma, germahî, baran, berf û qeya kêm bûye. "