Çiyayê Amanosê ji ber kanên madenê kun kunî bûye

HATAY - Şîrketên bazirganiyê, bi sedan karên keviran li Çiyayê Amanosê vekirin û çiya bi kanên keviran kun kunî kirine. Ji ber bi sedan karên keviran hatin kolandin, hemû qadên çandiniyê, dar û ber hişk bûne. Şîrketên kanên keviran, di fermiyetê de li şûna kanên keviran wekî kana madenê şirketê vedikin û bi awayekî korsan dînamîtan diteqînin.

Li navçeya Kirikhan, Îskenderûn û Altinozu yên Hatayê, çiyayên Torosê ji ber zêde kanên keviran hatin vekirin, xwezaya çiya wêran û talan bûye. Şîrketên bazirganiyê li şûna kanên madenê vekin kanên keviran vedikin û bi dînamêtan çiya û xwezaya Amanosê perçe dikin. Ji ber ku bi sedan kanên kevivan hatin avakirin, ruyê çiyayê Torosê kun kunî bûye û bûye wekî warê xiltê kor. Bi sedan kanên kevir û mermer hatine vekirin. Şirket ji bo kevir û mermer derxin dînamêtan bikar tînin û zerarek mezin didin derdorê. Dîsa ji ber toza kana kevir û mermeran hemû dar û berê li çiyayê Toroslarê şîn dibin yek bi yek hişk dibe. Endamê Komeleya Parastina Derdorê ya Îskenderunê Ercument Kimyon, diyar kir ku hemû kanên keviran bi navê "Ruhsata Lêkolîna Madenê" hatine vekirin û wiha got: "Şirket li ser navê madenê kanên keviran vedikin. Kanên keviran zerarek mezin dide derdorê û xwezayê. Di fermiyetê de wekî kanên madenê vedikin. Lê di fîlîyetê de kanên kevir û mermeran vedikin. Wezîrê Bajarvanî û Derdorê li ser navê "Piştgiriya Aboriya Welat" ruhsatê didin wan. Şirketên vê ruhsatê vedikin çawa û li ku dixwazin li wir şîrketên mermer û keviran vedikin. Çiyayê Amanosê kun kunî kirine û xweza û ekolojiya wir wêran kirine. Çiyayê Toroslarê di milê nebatên Endamîk de pir dewlemend û rengîn e. Li erdnîgariya Ewropa mînaka vê yekê tune."

Kimyon, anî ziman ku li welatên Ewropa bi awayekî pir baldarî tên parastin, lê li Tirkiye ev qadên dewlemend en endamîk dixin qurbana polîtîkayên enerjiyê. Li Tirkiye nebat û cureyên gihayên ku li Çiyayê Amaosê hene li tu deverên din tune. Lê bi avakirina van kanên kevir û mermer hemû tune dibin. Talan û wêran dibin. Divê gelê herêmê li vê xweza û axê xwedî derkevin. Divê eniyek mezin a muxalif bê avakirin û derdornê biparêze.

DI FERMIYETÊ DE 16 KAN HENE

Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zaningeha Mustafa Kemal Doç. Dr. Berkant Odemiş, anî ziman ku di fermiyetê de li Îskenderûn, Dortyol û Erzinê 16 kanên keviran hene û wiha got: "Lê her kanek zerarek pir mezin dide derdor û xwezayê. Kanên keviran hemû reng û ruyê nebat û cureyên gihayê herêmê tune dike. Ji bo kanan rê tên çêkirin. Ev dê di nava gun, gelî û çiyare derba dibe. Hemû Nebat ji ber toza vê yekê tune dibin.

'VENÊRTIN TUNE'

Odemiş, destnîşan kir ku bi dînamît û teqeminiyan keviran ji kanan derdixin û xwezayê wêran dikin. Odemîş, bilêv kir ku ji ber dînamîtan gelek xanî û malên derdorê zerar dibînin û gelek nabatên li vê herêmê tune dibin û
Odemiş, da zanîn ku bandora van kanên keviran li ser xweza û derdorê gelek mezin e. Odemiş, bibîr xist ku nebatên endamîk ku li vir hene li tu deverên din tune û ger ku ev nebat tune bibin êdî dê li cîhanê cure û rengê wan tune bibe û xwest her kes li van nabatan xwedî derkevin û dawî li van kanan bînin.