AYDIN - Santralên jeotermalê yên li Aydinê tên avakirin rê li pêş nexweşiyên pençeşêrê vedikin. Piştî santarlên Jeotermal hatin avakirin nexweşiyên pençeşêrê jî zêde bûn. Rêveberê AYÇEP'ê Atalay Ozdemir, diyar kir ku li Aydinê Jeotermal bûye wekî ezraîl û gefan li mirovan dixwe. Heta niha 15 santral çalak in. Me li dijî vê yekê 5 hezar îmze kom kirine.
Li herêma egeyê ji ber di demên dawî de zêde şîrket kanên madenê, û santralên enerjiyê ava dikin nexşeya ekolojî û derdorê jî xera dikin û derdorê talan dikin. Hem derdorê talan dikin û hem jî gefan li tenduristiya mirovan û zindîwerên herêmê dixwin. Li taxa Umurlu û Musluca yên navçeya Efeler a Aydinê santralên jeotermal ku hatin avakirin nexweşî zêde kirin. Li şûna detbîr bên girtin, jeotermalek nû hat avakirin. Santrala Enerjiyê ya Jeotermal hem xwezayê talan dike û hem jî axa bi bereket dukuje û cureyên nebatên çandiniyê tune dike. Ji ber van santralan tenduristiya mirovan jî di talûkeyê de ye. Ava kelandî ya ji bîrên Jeotermalê tê derxistin li ser ruyê axê tê rijandin welatiyan dixe nava fikaran.
Rençbera 62 salî ya rençber a gundê Musulca Nimet Guleç, diyar kir ku santralên jeotermalê zerarê didin warên çandiniyê û ava kelandî ya bîrên jeotermalê zerarek mezin didin axa çandiniyê û wiha got: "Em naxwazin bi nexweşiya pençeşerê bikevin. Em naxwazin wekî "Gundê bi Pençeşêrê" bên nasîn.
Welatiya 52 salî Necla Çul jî anî ziman ku ew naxwazin pereketa axa wan tune bibe û wiha got: "Kulmek axa me heye ew jî dê bi Santralê tune bibe. Zarokê min jî hene. Em ne wekî hin kesan dewlemend in. Em di qesr û qonaxan de najîn. Ew dê werin li vir jeotermalan ava bikin û biçin. Lê axa me dê wêran bibe. Em jeotermalan li vir naxwazin. Em naxwazin bereketa axa me bireve."
Rêveberê AYÇEP'ê Atalay Ozdemir, diyar kir ku li Aydinê Jeotermal bûye wekî ezraîl û gefan li mirovan dixwe û wiha got: "Her ku diçe bereketa hilberîna zeytûn, hejîr, trî, şanbelotan kêm dibe. Ji ber santralên JES'ê hatin avakirin çem û rûbarên me zuha bûn. Ji ber ava ku JES berdide nava çemên me, ava çem tev qirêj dibe. Mafê sewal, çûk û nebatên ku ji ava çem sûdê digirin tê binpêkirin. Çemê Menderesê êdî bûye çemê herî qirêj û diherike. Dîsa dûkêla ji jeotermalê derdikeve hewa Aydinê tevî qirêj dike. Em dikarin bêjin êdî navê jeotermal li Aydinê bûye ezraîl. Niha 15 JES çalak dixebitin. Ji ber ku Walîtiyê got 'Pêdivî bi rapora ÇED'ê tune" rê li pêş avakirina santralan tê vekirin. Me li djî vê yekê 5 hezar îmze kom kirin.
Ruken Demir - dihaber