Ewil şewitandin pişt re înşeat dan avakirin!

BALIKESÎR – Şaredariya AKP’î ya Burhaniye piştî şewata bi guman a daristanê dest bi înşakirina şanoya amfi kir. Hat zanîn ku dê li qada ji şewatê hatiye rizgarkirin jî AVM û otoparq bên çêkirin.

Li taxa Taylilelî ya bi ser navçeya Burhaniye ya Balikesîrê ve 2 sal berî niha bi awayekî guman li qada daristanê şewat derketibû. Piştî şewatê Şaredariya AKP’ê ya Burhaniye li şûna qada şewitandî dest bi çêkirina şanoya amfi ya kapasîteya wê 5 hezar kesî kir. Li gel çêkirina şanoya amfî hat zanîn avahiyên betonî yên AVM û otoparq jî dê bên çêkirin. Ji ber vê yekê jî darên ku ji şewatê rizgar bûn bi tunekirinê rû bi rû mane.

‘TIŞTEK FERMÎ TUNE YE’

Berdevkê Platforma Hawîrdorê (BURÇEP) Prz. Fîlîz Sonsuz li hember projeya şaredariya AKP’ê nerazîbûn nîşan da 3u diyar kir ku Burhaniya ku nifûsa wê 57 hezar e pêdiviya wan bi şanoya amfî kapasîteya 5 hezarî nîne û got înşakirina AVM û otoparqê jî ji aliyê Şaredarê Burhaniyê Necdet Uysal ve hatiye ziman û heta niha kar û barek fermî nîne. Sonsuz da zanîn ku maliyeta projeye gelek giran e û got şaredarî bêyî qebûlkirina gelê navçeyê nikare bi tena serê xwe lêçûyînek wisa bike. Sonsuz destnîşan kir ku heta niha wan gelek pirsên ji şaredariyê kirine bê bersiv mane û wiha axivî: “Pêdivî bi amfiyek wisa mezin heye? Binesaziya vê hat temamkirin? Çêkirina vê amfiyê ji bo hin tesîsên din dê bibe bahane? Wek AVM û otêlan. Piştî çêkirina van avahiyan wê çawa li ser xwezayê bandor bike? Otêl, AVM û otoparq li ku bê çêkirin? Ji bo van projeyan çend dar dê bên birîn? Wê amfiyek 5 hezarî bi çi awayî tije bikin? Me van hemû pirsan ji wan kir û ev pirs hemû me dixin nav gumanan.”

'DIVÊ DEMILDEST DEV JI PROJEYAN BERDIN’

Sonsuz anî ziman ku darên li şûna înşata şanoya amfiyê bi awayekî guman hatine şewitandin û wiha got: “Ev qad bi temamî daristan e. Razemeniya ji bo vir xeletiyek mezin e. Ya girîng ji bo me ew e ku dê dar û xweza zerarek mezin bibîne. Her ku biçe jî dê ev tesîs û proje bidomin. Ev qad bi berî niha bi salan hatibû şewitandin an jî şewitîbû. Pişt re hemû nîn be jî hinek dar li vê qadê hatin çandin. Carek din çêkirina vê şanoya amfiyê talankirina axê û xwezayê bi xwe re anî. Divê ku demildest dev ji van projeyan berdin. Pêwîste ev proje bên betalkirin û carek din dar bên çandin.”