AYDIN - Li Aydinê ji ber bandora Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) mêşên hingav ên 450 kewarên mêşên hingiv yên Ahmet Camuz tune bûn. Rayedaran bêyî lêkolîn bikin belgeyên sexte amade kirin û wekî lêkolîn kiribin n^şian dan. Mêşvan Camuz, diyar kir ku Midûrê Bajarvanî û Derdorê yê Aydinê gef li wî xwariye û gotiye "Ger ku tu agahiyê bide çapemeniyê em dê zerara te nedin."
Li Aydinê Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) yên hatine avakirin zerarek mezin dide derdor, nebat û sewalên herêmê. JES'ên ku tên avakirin bêyî rapora ÇED'ê bi destûra Walîtiyê tên avakirin. JES zêde bandorê li ser çotkar û rençberan dikin û berekata çandiniyên wan tune dike. Dîsa sewalên ku li herêmê dijîn jî ji ber JES'an jahrînî dibin û mirar dibin. Li gundê Pinardere yê Aydinê mêşên 450 kewarên tev mirar bûn u tev tune bûn. Mêşvan Ahmet Camuz ê mêşên wî tev mirar bûn, diyar kir ku wî bi mêşan debara xwe dikir û wiha got: "Karê mêşvaniyê ji bavê min de maye. Min debara xwe bi mêşan dikir. Ji ber av û jahrîna Jeotermalan hemû mêşên me mirin. Min serî li Midûrê Çandiniyê yê Bajar û navçeyê da. Min serî li her derê da. Lê ji ber ku mêşên min mirin nehatin lêkolîn nekirin. Ez her roj diçim Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê. Ez dixwazim lêkolîn bikin. Lê kesî nehat pirsa min nekir. Hemû çavkaniya debara me mêş bûn. Hemu debara min 450 kewarê min ê mêşan bûn. Hemû mêşên min ên 450 kawaran tune bûn. Niha tenê 6 kewarên min man. Em tenê pêdiviya xwe ya malê jê temîn dikin. Ji ber Jeotermalê em talan bûn. Mêşên me tev ji ber jahrîna JES'ê mirin."
'GOTIN EM DÊ ZERARÊ BIDIN LÊ NEDAN'
Camuz, anî ziman ku Midûrê Bajarvanî û Derdorê yê Aydinê gef li wî xwariye û gotiye "Ger ku tu agahiyê bide çapemeniyê em dê zerara te nedin" û wiha got: "Min dengê xwe nekir. Min got dê zerara min û ziyana min temîn bikin. Min agahî neda çapemleniyê. Midûrê Derdorê li fîrmaya jeotermal geriye. Rayedarên jeotermale jî gotiye temam em dê hal bikin. Lê em xapandin. Dibêjin em dê bidin, lê nadin. Midûrê Çandiniyê yê navçeya Efelerê ewraq û belgeyên sexte amade kirine. Belgeyên sexte dan me. Min serî li dozgeriyê da. Lê dozgeriyê bersîva neyînî dan min. Min û hevsera xwe bi hevre lêkolîn kir. Kesekî bi navê T.K. belgeya sexte îmze kiriye. Me nivîs ji Wezareta Çandinî û sewalkariyê re nivîsand. Niha lêpirsîn daye destpêkirin. Walîtiyê li T.K. doz vekir."
'MÊŞ DIBIRIN NE XEMA KESÎ YE'
Camuz, anî ziman ku xwediyê Jeotermalê ji bo bêtir qezenç bikin rê li pêşiya mirinan vedikin û wiha got: "Em nizanin dê halê me çibe. Yên Jeotermal ava kirin gotin "Dê her roj ava germ bê malên we. Em bi ava germ xapandin. Em rûniştine û li benda mirinê ne. Li Emerîkayê ji ber mirina mêşan welat rabû ser piyan. Lê li welatê me mêş dibirin ne xema tu kesî ye.
Ruken Demir - dihaber