HES'a Ayrancilarê Çemê Bendimahî zuha kir

WAN - HES'ên Ayrancilarêyên li ser çemê Mûdarê û Bendîmahî hatin avakirin, sulavên wekî harîqeyên herema Rojhilat e zuha kir. Sewalên di çem de dijîn jî mirar dibin.

Santralên Hîdroelektikê (HES) yên Ayrancilarê ku li ser çemê Bendîmahî yê navçeya Muradiyê hatiye avakirin çem û sulava Muradiyê zuha kir. Ji ber bend li jora sulavê hatiye avakirin çemê diherikî miçiqî. Ji ber çem miçiqi bend jî zuha bû. Piştî 3 sal berê benda HES'ê hat avakirin Çemê Bendimahî zuha bû. Ji ber çem zuha bû û miçiqi Sûlava Muratiyê ji êdî naherike. Bi taybetî ji meha Nîsaneheta Tîrmehê ava çem dimiçiqe û jiber av dimiçiqe sulav jî zuha dibe. Ji ber av dimiçiqe sewal û masiyên nava avê jî dimirin.

Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê alî Kalçik, diyar kir ku ji ber HES li ser Çemê Muradêhatiye avakirin qanala çem 25 kilometre hatiye guhertin û hemû av di nava golê de hatiye hepiskirin. Kalçik, anî ziman ku ji ber rêgeha çem hatiye guhertin ji deî 10 ava winda dibe. Kalçik, anî ziman ku piştî HES hatin avakirin çem zuha bûn û bi zuhabûna çem re gelek sewalên di nava avê de jiyana wan ket talûkeyê. Kalçik, destnişan kir ku ji ber HES hatiye avakirin nêzî 20 kilometre kare bi sedan masî bi komî dimirin û mirinen komî pêk tên.

Kalçik, da zanîn ku masiyên Încî Kefalî yên di Cîhanê de tenê li Wanê dijîn li çemê Bendimahi dijîn û ji ber Çemê Bendimahî zuha dibe cureyên wan dikevin talûkeyê. Kalçik, anî ziman ku ev ji bo xweza, masî, nebatên endamîk û welatiyên herêmê felaket e û xweza talan dibe.