Kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcleyê heta Basrayê xwezayê tune dikin

AMED – Hemû zindiyên li ser çemê Dîcleyê ji ber kanên xîzên di bin gefên mezin de ne. Pisporan destnîşan dikin ku ji ber hesasiyeta civak û xwezayê hilnadin ber çavan ev talûkeya li ser çemê Dîcleyê heta Basrayê dirêj dibe.

Bi dehan sal e kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcleyê tên avakirin bi xwe re talankirina xwezayê pêk tîne û di heman demê de ji ber ku xîzê ji çem derdixin çalên mezin ku vedibin jî dibin sedema xeniqandina welatiyan. Li seranserî Çemê Dîcleyê gelek ji van kanên xîzê qaçax in û li gel vê yekê jî tên xebitandin. Ji baxçeyên Hevselê heta navçeya Bismilê nêzî 236 hezar hektar erd di bin talûkeya kanên xîzê de ye.

‘KONTROL NAYÊ KIRIN’

Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê yê Şaxa Amedê Dogan Hatun derbarê mijarê de agahî dan û îşaretî kanên xîzê yên qaçax ku di demên dawî de hatine avakirin anî. Hatun destnîşan kir ku pêwîste kanên xîzê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bên kontrolkirin û got ku berpirsyarî berî her saziyê ya Îdareya Bajêr a Taybet e. Hatun diyar kir ku heta niha li ser Çemê Dîcleyê 4 kanên xîzê yên qaçax hatine tespîtkirin û got bi taybetî ev kanên xîzê bi şevê tên xebitandin û Çemê Dîcleyê bûye cihê berjewendiyê.

'KANAN BI ŞEVÊ DIXEBITÎN IN’

Hatun anî ziman ku kanên xîzê tu hesasiyeta civakî û xwezayê li ber çavan nagirin û wiha berdewam kir: “Dema viya pêk tînin tu tiştekî hesab nakin. Ev sermayedar ji ber ku tenê rantê difikirin tu eleqeya wan bi xwezayê re namîne. Divê hemû kanên xîzê di bin kontrola Îdareya Bajêr a Taybet de bin. Em nikarin van bişopînin ji ber ku rayedariya me nîne. Divê ku walîtî, şaredarî û Serokatiya Daîreya Parastin û Derdorê ji vê yekê re bibe bersiv.”

'ŞARISTANÎ Û ÇANDÊ TUNE DIKIN’

Hatun da zanîn ku walîtî li dijî kanên xîzê yên qaçax bêdeng dimîne û got heta agahiyên wek ku TOKÎ jî xîza ji Çemê Dîcleyê tê derxistin bikar tîne hene. Hatun anî ziman ku dixwazin Çemê Dîcleyê tune bikin û got: “Vê yekê di bin atmosfera siyasî de pêk tînin. Dixwazin bi vê atmosfera siyasî şopa çand û şaristaniyan tune bikin. Yên ku dîroka bajêr temam dikin Sûr, Hevsel û Çemê Dîcleyê ye. Çima gelo dixwazin van tune bikin?”

'EM Ê BÊDENG NEMÎNOM'

Hatun UNESCO jî rexne kir û aşkera kir ku di pêvajoyeke wiha de diviya bû Hevselê biparêze, lê wê jî dewlet esas girtiye. Hatun piştrast kir ku baxçeyên Hevselê çavkaniya oksîjenê ya gel e, ne ya dewletê û wiha axivî: "Îro kanên xîzê hene, em ê sibê bi çi re rû bi rû bimînin ne diya e. Heke ji bo vê bi hêstiyar tevnegerin, dê sibê baxçeyên Hevselê nemînin. Ev kanên xêzê yên qaçax çirûskekin. Dê serlêdanên me li walîtiyê çê bibin. Ji ber ku soza dê kanê xîzê li vir neyên çêkirin dabûn. Walîtî jî di nava vê sozê de ye."

'EV 40 E XÎZÊ DERDIXIN'

Ekolojîsta bi navê Guner Yanliç jî destnîşan kir ku kanên xîzê li gorî rêgezên Nirxê Karîgerî ya Derûdorê (ÇED) tevnagerin û wiha axivî: "Di salên 1970'ê de li Tirkiyeyê bajarvanî bi pêş ket, di warê avahiyên betonî de gelek polîtîka bi pêş xistin. Polîtîkaya bajarvanî û betonî, bingeha xwe ya madeyî xîz e. Dema mijar dibe ev çem û newalên avî ji bo derxistna xîzê tên bi karanîn. Ev 40 sal e bi awayekî hovane xîz tê derxistin."

Yanliç aşkera kir ku ev kanên xîzê bandoreke neyînî li ser jiyana hemû zindiyan dikin û dibêje ku di newalan de qirêjiyeke gelekî mezin tê dîtin. Yalniç da zanîn ku cihên bi qamûşî ji bo ekolojiyê cihên gelek girîng in û got ku qirêjiyên ku kanên xîzê li Amedê derdixin, heta Kendava Basrayê diçe û wiha pê de çû: "Ev kûrahiya ku kanê xîzê derdixin dibin sedema taxrîbata xwezayê." Yanliç der barê bandora wê ya li ser çandiniyê de jî agahî da û diyar kir ku zebeşê navdar ê Amedê li Newala Dîcleyê çêdibû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi polîtîkayên endustriyê yên 30-40 salan re û bi taxrîbatên kanên xîzê re, êdî zebeş jî nayên çandin."