AYDIN - Ava santralê ya ku Şirketa Anonîm a Afrêneriya Ceryanê ya KEN KÎPAŞ'ê diherikîne xwezayê, ket malên welatiyan.
Li taxa Ilicabaşi ya navçeya Efelerê ya Aydinê, di saetên şevê de ava jeotermalê ket nav kargeh û zeviyên candiniyê. Welatiyên ku malê wan jî di nav avê de man, diyar kirin ku ava ji santralên jeotermalê hatine herikandin, erdê wan di nav heriyê de hiştiye. Welatiyan da zanîn ku fîrmaya jeotermalê bi vê yekê li dijî qanûnê tevgeriya ye. Şêniyên taxê piştrast kirin ku Miduryeta Bajarvanî û Derûdorê ya Aydinê, li herêmê lêkolîn nekirine û bertekên xwe dan nîşan.
Keyayê taxa Ilicabaşi Alîm Tarim yê ku agahî da ajansa me, aşkera kir ku wan li saziya Karên Binesazî û Avê ya Aydinê (ASKÎ) geriya ye û ekîbên wan da ne zanîn ku sedema vê avê bîrên avê yên ku hatine vekirin e, lê ji ber ku ev herêm nakeve bin serweriya wan, ji herêmê veqetiyane. Tarim diyar kir ku wan Miduryeta Bajarvanî, Derûdor û Çandiniyê jî agahdar kiriye, heke pirsgirêk neyê çareserkirin dê dest bi çalakiyê bikin.
Tarim destnîşan kir ku santral aydê Şirketa Anonîm a Afrêneriya Ceryanê ya KEN KÎPAŞ'ê ye û got ku ji ber bîrên nû hatine kolandin, ev pirsgirêk derketiye holê. Tarim derbirî ku ew her dem bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû dimînin û aşkera kir ku santrala jeotermalê tenduristiya gelê herêmê tune dihesibîne.