‘Têkoşina li dijî Projeya Rantê xurt bikin’

Xencera rantê ya li ser sînga Îzmîrê-V

ÎZMÎR - Di salên dawî de komên sermayeyê bi erêkirina hikûmet û dewletê li bajarên Îzmirê projeyên mezin çêdikin. Her çend welatiyên Îzmirê û derdorparêz li dijî van projeyan dengê xwe bilind bikin jî dîsa avakirina van projeyan berdewam dikin. Welatiyên ku van projeyan wekî projeyên tantê û talankirinê bin av dikin, dixwazin Îzmîrî yekîtî û têkoşîna xwe xurt bikin û li bajarê xwe xwedî derekvin. Ekolojîstan bang li Îzmîriyan kirin ku bi hevre têbikoşin.

Bajarê Îzmirê di salên dawî de bûye qada ranta sermayedaran. Li ser navê projeyên nûjenî û xizmeta bazirganiyê, bêtir nexşeya bajar xera dikin û qadên jiyanê teng dikin. Li gel welatiyên Îzmirê li dijî van projeyan in jî disa avakirina van projeyan berhdewam dikin. Welatiyên Îzmirê û ekolojîst, diyar dikin ku ev projeyên rantê û talanê ne û dixwazin hemû welatiyên Îzmîrê lidijî vê yekê têbikoşin. Ekolojîstan ji hemû gelê Îzmirê xwest ku bi hestiyar tev bigerin û destûr nedin van projeyên talan û rantê têkevin meriyetê.

'HIŞYARÎ LI BER ÇAVAN NAYÊ GIRTIN’

Bertevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayî Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên van projeyên rantê ava dikin, daxwaz û vîna gelê Îzmirê li ber çavan nagirin û wiha got: "Hem projeya Kulturparkê , hem projeya Tengavê û hem jî projeyên AVM’yan yên navenda bajar bêyî vîn û daxwaza gel tên avakirin. Şaredariya CHP’ê vîna civakê li ber çavan nagire. Bi taybetî projeya Kulturparkê , li dijî dewlemendiya rengîniya civaka Îzmirê ye. Hemû dewlemendiya wê datîne milekî û ji lekolîna zanistî, civakî û ekolojîk dûr e.Li gel hemû hişyariya akademîsyenan dîsa van projeyan dixin meriyetê.”

'DIVÊ HEMÛ DERDOR LI DIJÎ VAN PROJEYAN TÊBIKOŞIN’

Karaçorlu, ji hemû gelê Îzmirê û derdorên ekolojîst û xwezaparêz xwest ku li dijî van projeyên zerarê dide ekolojî, civak û nexşaya bajar bibin yek û têbikoşin. Karaçorlu, xwest her kes li çand, dîrok û bajarê xwe xwedî derkevin.

'BI KHK'YAN LEZ DAN PROJEYAN’

Endamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK’ê Erol Akçan, jî anî ziman ku piştî hikûmetê biryarên OHAL’ê û KHK’ê xistin meriyetê sermayedan lez da van projeyên xwe û bêtir dest bi talankirin û rantê kirin. Akçan, anî ziman ku hemû park û qadên şînahî û daran tev ji îmarê re vekirin. Sermayedaran di pêvajoya OHAL û KHK’ê de lez dan projeyên xwe. Li gelek qatan sektorên înşatê bêtir lez dan xebatên xwe. Holdîngên wekî Sancak, Cengiz îhlalên nû girtin û xwezayê talan dikin.”

'EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN’

Akçan, destnîşan kir ku ev projeyên tên avakirin, bi hevkariya sermayedaran û kesên destûrê didin wan tên plankirin û pêş dikevin û wiha got: “Divê em ji van projeyan re bêjin raweste. Îzmir wekî "gund-bajar’ bin av kirin. Îzmîrî pir ji jiyana "gund-bajar” hez dikin. Niha dixwazin vê çandê xera bikin û yên jig undan hatine derxin dervê bajar. Divê hemû saziyên di vê mijarê de samîmî bin bibin yek û li dijî van projeyên ekolojî û civakê perçe dike bibin yek û platformek hevpar ava bikin. Sekna li dijî projeya Kulturparkê pêşketinek erênî bû. Divê Platformek giştî ya li dijî talankirina ekolojî, aborî û civakê bê avakirin.
Divê li dijî talankirin, wêrankirin û rantê têkoşîna hevpar bê pêşxistin.

'HALKLA BİRLİKTE DİRENMEMİZ GEREKİYOR'

Berdevkê Platforma Derdorê ya Ege (EGEÇEP) Turgut Înel jî anî ziman ku di vê pêvajoya OHAL’ê de ekolojî, xweza, civak û hemû beşên bajar jî para xwe ya neyînî digire û komkujiya xweza û derdorê pêş dikeve. Înel, da zanîn ku di bin navê “Bajarvaniyê” de talankirin, rant û wêrankirin pêş dikeve û xwest her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Înel, da zanin ku wekî EGEÇEP’ê tevî 30 hevparên xwe dê li dijî wêrankirina xweza û kedxwariyê li ava xwe axa xwe û keda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Divê em tevî gel bibin yek û li dijî van projeayan di ber xwe bidin. Li gel rêveberiyên herêmî divê em çavkaniyên xwe yên xwezayî biparêzin û têkoşîna xwe xurt bikin. Ji bo parastina ekolojî û tevahiya jiyanê em bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Ger ku em temaşe bikin dê siberojek xerab li pêş me be.”

Cihan Başakçioglu - dîhaber

DAWÎ