AYDIN - Li Aydinê, Raûf Ozkuzcu ku bi çewliga xwe ya ekolojîk li hemberî JES'an têdikoşe, pêdiviya xwe ya ceryanê jî bi panelên enerjiya tavê bi cih tîne. Okuzcu, got ku ji bo ew enerjiya santralan bi kar neyîne û nebe hevparê texrîbata xwezayê wî serî li vê riyê daye.
Li Tirkiyeyê, walîtî gelek raporên "Pêdivî bi Nirxandina Karîgeriya Hawirdorê(ÇED) tune ye" didin û ji ber van raporan xwezaya gelek bajaran bi Santralên Enerjiya Jeotermalan (JES) û bîrên sondajê tên texrîbkirin.
Li Gundê Pinardere yê girêdayî navenda Aydinê, yek ji kesên ku bi hilberandina kolektîf a tovên herêmî li dijî JES'an têdikoşe jî Raûf Okuzcu ye. Okuzcu, li gel çandiniya bi tovên herêmî 250 mirîşkan jî xwedî dike û her wiha pêdiviya xwe ya enerjiyê jî bi enerjiya tavê bi cih tîne. Okuzcu, gubreyê kîmyewî û dermanên kîmyewî jî bi kar nayîne. Bi temamî serî li riyên hilberandina ekolojîk dide.
LI HEMBERÎ CERYANA SANTRALAN ENERJIYA TAVÊ
Okuzcu, diyar kir ku ew tevî gundiyan li hemberî JES'an têdikoşin. Okuzcu got ku li gel hemû hewldanên wan jî, dîsa jî santralên enerjiyê hatine çêkirin. Okuzcu, anî ziman ku her roj tesdîqkirina avakirina santarleke nû tê dayîn. Okuzcu got ku, wî li dijî santralan çewligek çêkiriye û li vê çewligê hemû pêdiviya xwe ya ceryanê bi cih tîne. Okuzcu, diyar kir ku ji bo enerjiya santralan bi kar neyîne û nebe hevparê texrîbata xwezayê wî serî li riyeke wisa daye û hewl dide ku hemû gundiyan jî teşwîq bike.
HEMÛ TIŞT XWEZAYÎ NE
Okuzcu, diyar kir ku ew li quncikeke mala xwe kuvarkan jî diçîne. Okuzcu got ku hedefa wî ew e ku bi tovên herêmî jî firingî, îsot û bacanên reş biçinîne. Okuzcu, anî ziman ku ew li hemberî dermanên kîmyewî jî têdikoşin û ew bi derfetên xwe dermanên nebatî hildiberîne.
HER TIŞT JI BO XWEZAYÊ
Okuzcu, anî ziman ku bi avakirina JES'an bêhneke giran belav bûye û xweza tê talan kirin. Okuzcu, got ku wan li hemberî vê kampanyayên îmzeyan jî dan destpêkirin û çalakî jî li dar xistine. Okuzcu, diyar kir ku ew bi her awayî li dijî JES'an têdikoşe û niha ew bi firotina hêkan hem debara malbata xwe dike hem jî têkoşîna xwe ya ekolojîk didomîne. Herî dawî Okuzcu got ku, ew ê li her qadên jiyanê li dijî talankirina xwezayê bitêkoşin.