Ligel biryara dadgeh û pêzanan walîtî di JES'ê de israr dike

AYDIN - Li gundê Tekîn ê ya Germencîkê ji bo JES a ku tê xwestin bê çêkirin walîtiyê biryara "ÇED pêwîst nîne" dabû, ev di meha mijdarê de ligel ku ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin û li herêmê darên zeytun û hêciran bi şev hatin birîn. Li nezî herêmê jî bajarê Antîk Magnesia ya ku 30 sal in xebatên kolandina arkeolojîk berdewam dike heye.

Li Aydin a ku gelek caran bi projeyên kanên kevir an jî santralan tê rojevê vê carê jî Santrala Enerjî Jeotermalê ya tê xwestin li gundê Tekînê ya Germencîkê ji aliyê Şîrketa Jeotermal a Karîzma ve bê çêkirin e. Ji ber vê yekê bi sedan darên hêcîr û zeytunê hatin birîn. Şîrketê li 300 metre durî gund cih kirî û tenê darên zeytun û hêciran qetil nekir. Ji bo ku makîneyên kar bi awayekî rehet bigihîn ereziyê û rant bê bidestxistin riya pêleng bêyî serlêdanekî bike û desturê bigire fireh kir.

'BIRYARA ÇED PEWÎST NÎNE' HATIBÛ BETALKIRIN

Projeya JES'ê ya ku şîrket dixwaze li herêmê çêbike jî di dadgehê de li gorî daxwaza gel bi encam bûbû. Walîtiya Aydinê ji bo projeya JES'ê ya li gundê Tekînê tê xwestin bê çêkirin di meha îlona 2014'an de biryara "ÇED pêwîst nîne" hat dayîn. Li hemberî vê yekê gundiyan doz vekirin û 2'yemîn Dadgeha Îdareyê ya Aydinê di meha mijdarê de ev biryara walîtiyê ya "Nirxandina Bandora Hawirdorê pêwîst nîne" betal kir.

PÊZAN XWEST 'QADA SÎT'Ê YA ÇANDINIYÊ' BÊ ÎLANKIRIN

Di rapora pêzan a ji bo projeyê hatiye amadekirin de jî zirara ku JES bide herêmê radixe ber çavan. Di raporê de balê dikişînin li ser durbûna cihên gel dijîn, tê gotin ku gundê Tekînê li ser çavan nehatiye girtin. Di raporê de dîsa tê gotin ku li Aydinê hêcir û zeytunên herî baş ên Tirkiyeyê tên hilberandin, ji bo çandiniyê hebatên taybet şîn dibin ji ber vê yekê jî tê xwestin ku ev der wekî "qada SÎT'ê ya çandiniyê" bê îlankirin.

LI HERÊMÊ BAJARÊ ANTÎK HEYE

Li nêzî gund Bajarê Antîk ê Magnesîa ku ev 30 sale karên kolana wê didome heye. Li herêma ku gorên kralên ku nêzî bajarin û aîdî 3 sedsal beriya mîladê ne ji bo Santrala Jeotermal bîr hat vekirin. Pisporan ji ber xebatên kolandina bîran diyar kirin ku dê zirare bide amûrên dîrokî. Odeya Tabîpan a Aydinê daxuyaniyek derbarê mijarê de da û da zanîn ku bîrên jeotermal dê zirarekî ku nikaribin bê telafîkirin bigihije arkeolojiyê. Odeya Tabîpa xwest ku kolandina bîrên jeotermal ên ji bo Bajarê Antîk ê Magnesîa bên rawestandin.

GUNDÎ BIFIKARIN, WALÎ DIBÊJE 'PIRSGIRÊK TUNE YE'

Keyayê gundê Tekîn Ziya Tezbaşaran, diyar kir ku ji ber jeotermalê gundî gelek bi fikarin û wiha got: "Em ditirsin ku pençeşêr li vir zêde bibe û hevsengiya xwezayê bê xirakirin. Me hefteya bihûrî bi Waliyê Aydinê re civînek çêkiri. Walî di civînê de got ku tu talûkeya JES'ê tuneye ev di zanîngehan de hatine lêkolîn kirin û tu pirsgirêk tune ye. Li qadên ku girtine xebat didome. Darên hejîr û zeytînin hatine birîn û li şûna wan bîrên jeotermal hatine bicihkirin."

'ŞEVÊ DAR BIRÎN'

Serokê Platforma Derdorê yê Aydinê (AYÇEP) û endamê Meclîsa Şaredariya Efelerê yê CHP'ê Mehmet Vergîlî da zanîn ku dadgehê ji bo xebatên li herêmê bên rawestandin giliyên gundiyarn pejirand û wiha axivî: "Demekê xebat hatin rawestandin lê şîrket vala ne sekinî. Cihê ku dê proje lê bê çêkirin nêzî Zanîngeha Adnan Menderes û cihên din ên bicihbûnê ye. Şîrket naxwqaze van cihan bihêle. Her tim doz vedike. Ji ber dozan mesref çêdibin. Dixwaze kesên gilî kiriye bêzar bike û koçber bike. Dixwaze darên zetyûnan û herêmê talan bike. Li gorî qanûnan 3 kîlomerte nêzî darên zeytûnan kesek nikare înşaatekê çêbike. Lê bi şertê ku tu destûr ji Midûryeta Cotmeniye ya Bajar bigirî dikarî fabrîkaya yaxê zeytûnan çêbikî. Şevê dar birîn û guh nadin qanûnan jî. Tişta dikin sûce."