Şaredariya Erdîşê peravên Gola Wanê wêran dike

WAN – Şaredariya Erdîşê ya bi Qeyûmê hatiye tayînkirin, bi hezaran ton moloz rakir peravên Gola Wanê û gol wêran kir.

Şaredariya Erdîşê ya bi Qeyûmê hatiye tayînkirin bi rokirina molozê ya peravê Gola Wanê, gol wêran kir. Perava herema Kasmabagı- Golagzi bi hevkariya Qeyûmê Erdîşê û şîrketên taybet talan dibe. Ji ber moloz li dervê pîvanan li peravê tê rokirin gelek cureyên zindi û masiyan jî tune dibe. Serokê Komeleya Derdorê Ali Kalçik, diyar kir ku şaredarî rezikname û zagonan îhlal dike. Kalçik, da zanîn ku Rêveberiya Hafriyatê girêdayî şaredariyê ye û bi hevkariya hev moloz li peravên golê tên rokirin û gol tê wêrankirin û talankirin. Kalçik, anî ziman ku ji ber li dijî zagonan molozê rodikin peravê golê xweza û sindi tên kuştin û talankirin û Şaredari sûc dike. Kalçik, anî ziman ku Şaredarê Qeyûm Mehmet Şirin Yaşar ji bo reklama xwe her tişti dike û gole qirêj dikin. Kalçik, ji saziyên derdorparêz û saziyên demokratîk xwest li hemberi vê talankirin û wereankirine bêdeng neminin.