Ji Şaredariya AKP'î listikên îmarê

BALIKESÎR - Şaredariya AKP'î ya Edremîtê ê ji bo Deşta Çorukê ku qaden çandiniyê yên bi bereketin ji îmarê re veke serî li lîstik û hîleyan dide. Piştî projeya TOKÎ rastî benda dadgehê hat, Şaredariyê vê carê bi navê "Dibistana JÎR'an dest bi amadekariyên îmare dike.

Li Deşta Çoruk a navçeya Burhaniye ya Balikesirê qadên çandiniyê ku pir bi bereketin, plan û projeyê îmarê tên amadekirin. Tevî ku dadgeh destûr nade jî Şaredariya AKP'î bi rêbaz û fenên cuda dixwaze li van zeviyan îmarê ava bike. Şaredariya AKP'i ya Edremîtê li Deşta Çorukê ketiye nava plan û lîstikên ku çawa rê li pêş îmarê veke. Di kendava Edremitê de qada herî bereket a çandiniyê Deşta Çorukê ye. Li vê deştê salê 4 caran çotkar û rençber mahsûl kom dikin.

BI NAVÊ DIBISTANÊ ÎMARÊ VEDIKIN

Şaredariya Edremîtê sala par 540 dolim zeviya şaredariyê xwest ji bo îmarê dewrî TOKÎ bike. Li ser nerazîbûna rençberan û gliyê welatiyan doz hat vekirin. Dadgeha îdarî ya herêmê li ser doza "Rawestina Rêveberiye" îmar betal kir û biryar da ku deşt wekî qada çandiniyê bê hiştin. Piştî biryara dadgehe niha şaredarî li ser navê ji bo berjewendiya cemaweriyê bi navê "Dibistana JÎR'an dixwaze dibistanê ava bike. Şaredariya AKP'î ya Edremîtê û Midûriyeta Perwerdehiye ya Edremîtê civînan çê dikin û dixwazin bibin şirîk û tevkarên hev.

Welatiyan û rençberan bertek nişanî vê yekê dan û diyar kirin ku ew destûr nadin vê yekê.


Rençberan diyar kirin ku dixwazin bi projeya dibistanê hemû zeviyên herêmê ji îmarê re vekin. Rençberan, anî ziman ku wan sala par seviyên şaredariyê bi 90 tl kirê kiribûn , lê îsal buha derxistiye 300 tl û dixwazin bi vî rengî ji deste wan derxin. Rençberan anîn ziman ku li ser navê "Berjewendiya cemaweriyê" hemû zeviyê bike qada rantê. Rençberan anîn ziman ku ew dixwazin deşt wada çandiniyêbe.

Rençbera ku li Deşta Kendava Edremitê çnadiniyê dike Mine Goç, ani ziman ku Şaredar Necdet Uysal zeviyê pêşkêşî kesên din dike û dê rantek mezin bi dest bixe. Goç, anî ziman ku salê 4 demsalan berhem ji ser vê axê kom dikin û naxwazin zeviyên wan bibin qadên îmarê. Goç, destnişan kir ku ew dê li dijî vê yekê têbikoşin.

Rençber Ugur Gulercî jî anî ziman ku înşaet ji wan re ne lazim in û ji wan re qadên çandiniyê lazim in. Gulercî, destnîşan kir ku pişti qadên çandiniyê bikin qadên inşaete êdî tu cari nikarin li vir çandiniye bikin û wiha got: "Zeviyên çandiniyê ji her kesî re lazim e. Ji bo ev zevî wekî qadên çandiniyê bimîne em dê bi her awayi têbikoşin."