ÊLIH - Mîrateya çand û dîroka 12 hezar sal Heskîf ji ber bendava Ilısu ya temenê wê 50 salin tê talankirin, wêrankirin û tunekirin. Hewldana Jiyandina Heskîfê rapor amade kir û diyar kir ku ger ku bendav temam bibe, berhemên çandî û dîrokî yên li ser çemê Heskif û Dîcle dê tune bibe.
Hewldana Jiyandina Heskifê li ser rewşa Heskifê rapor amade kir. Li gorî rapora “Bendava Ilısu û Rewşa Santrala Hidroelektrikê (HES), bi avakirina bendava Ilisû, dê berhem û xwezaya li ser çemê Dîcle û Heskifê tune bibe û wêran bibe. Li gorî raporê li ser geliyê Dicle bi sedan cureyên endemik, masî, çûk û selalên din dê tune bibin. Dîsa ligel tunebûna cureyên nebatên endamîk û cureyên sawalan dê di qada abori de jî zerarek pir mezin pêk bê. Ger ku bendav têkeve meriyetê, nêzî 10 hezar mirovên li ser vê axê dijîn dê koçber bibin. Bi koçberiyê re dê pirsgirêkên aborî, civakî, çandî û derûnî zêde bibin. Dê bendav bi xwe re mîrate û hafiza dîrok û çanda 12 hezar salan tune bike. Di raporê de hat diyar kirin ku wekî Turbeya Zeynel Bey, dê 7 birdariyên din jî wekî turbeyê bi rêbazên dizî û bê hiqûqî cihê wan biguhezîne. Piştî bendav Ilısu bi dawî bibe, dê nêzî 250 gir û şûnwarên mirovan dîrokî, 5 hezar şikeft mizgeft, mînare, dêr û turbeyên dîrokî dê tune bibin.
Hewldana Jiyandina Heskifê di raporê de destnîşan kir ku maliyeta bendavê 3 milyar euro ye û salê nêzî 3 hezar û 833 milyar kilowatt e û bal kişand ser van xalan: "Bendav dê 331 kilometrekare zeviyê zevt bike. Dê 10.5 milyar metrekup avê depo bike. Dê ji sedî 90 Heskif di bin çavê de bimîne. 199 gund û gundik, 300 kilometrekare zeviyê çandiniyê dê tune bibe. Gundên girêdayî navçeyên Bişêrî, Heskif, Kerçews, Bismil, Misirc, Dih, Basa, Kerboran, di bin avê de bimînin. Biştî bendav têkeve meriyetê nêzî 10 hezar mirov dê mecbûrî koçber bibin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî di tîrmeha 2015'an de şer zêde bû lez dan çêkirina Bendava Ilısu û wiha hat gotin: "Li gorî daxuyaniya Midûrê Herêma 16'emîn a DSÎ Ali Fuat Eker ji sedî 96 temam bûye. Serokê Arkeloojiya Heskifê Prof. Dr. Abdulselam Uluçam diyar kir ku cihê di bin avê de bimîne, dê di nava 1,5 salan de kolandina wê bê temamkirin. Li şuna ku rayedarên dewletê zerar û ziyana li ser Çemê Dicleyê bibîne, Wezîrê Daristan û Avê Prof. Dr. Veysel Eroglu, di ziyareta Heskifê de pesnê xwe da u got "Em dê Heskifê bikin bajarê herî baş ê Tirkiye û Ewropa. Dema bendav temam bibe ava çemê Dîcle dê ji ser Iraqê qut bibe. Koordînatorê Navneteweyî yê Parastin û Jiyandina Qamirgehên Iraq û Dîcleyê Toon Bijnens ji diyar kir ku ger Bendava Ilısu têkeve meriytê dê ji sedi 25 av kêm bibe. Ev jî dê bibe sedema aborî û pirsgirêkan di nava civakê de çêke. Li gorî nûçeya di 30'ê Gulana 2017'an de derket jî hat diyar kirin ku ger li ser çemê Dîcleyê bendava Ilısû têkeve meriyetê Gola Hur'ul Azim a Îranê û Çemê Dîcle yê li Iraqê dê zuha bibe û bi xwe re krîza derdorê pêş bixe.
Li herêmê 320 avahiyên TOKÎ hatin avakirin. 710 avahî jî bingeha wê tê avêtin. Tê gotin ku ji bo bendavê temam bikin û welatiyên herêmê li wir bi cih bikin TOKÎ tên avakirin. Heta niha 2 hezar û 120 kesên cih û warên wan di bin avê de dimîne serî li TOKÎ dan. Komîsyona Qeymeqamiyê ku ji bo TOKİ hate avakirin jî heta niha 710 kesên serî lê dan bûn xwedî maf. Hezar 415 kesên serî li Komîsyona Qeymeqamê dan jî sûd ji vî mafî negirtin. Hat diyar kirin ku 7 cureyên xaniyên TOKÎ hatine avakirin. Bunayê avahiyên TOKÎ Yên 3+1 171 hezar TL ye. Ev yek bu sedema berteka welatiyan. Şaredarê Heskifê Abdalvahap Kusen, diyar kir ku welatiyêh Heskifê ji sedî 5'ê wan nikarin van pereyan bidin û dê bê cih û bê war bimînin. Komeleya Xwezayê di sala 2012'an de anket çêkir. Li gori anketê ji 357 beşdarên anketê ji sedî 67,8 naxwazin ji cih û warên xwe bar bikin û naxwazin li cihê nû bi cih bibin.
Ji ber bendav tê avakirin aboriya welatiyan têk çûye. Esnafên heskifê diyar dikin ku êdî nikarin bikirin û bifiroşin û mexdûr bûne. Li Heskifê berê 100-150 esnaf hebûn, lê niha hêjmara esnafan daketiye 25’an. heta 2005'an 10 hezar turîstan Heskif zîyaret dikir û niha êdî turîstên Tirkiye jî nayên vir. Esnaf diyar kirin ku ji ber bendavê têk diçin.
HIŞÊ 12 HEZAR SALAN DIBE QURBANA 50 SALAN
Pispar û parazvanên Hesifê diyar dikin ku çand û dîroka 12 hezar salan dibe qurbana 50 salan. Li gorî lekolînê maliyeta Bendava Ilisû yê liser Çemê Dicle tê avakirin, 3 milyar dolar e. Restorasyona pira dîrokî 12 milyon TL hatiye qetandin. Di 12'ê Gulanê de şîrketa ER-BU Turbeya Zeynel Bey a 650 salan bi 16 milyon TL cihê wê guhertine. Maliyeta avakirina 3 pirên nû 140 milyon TL derbas kir.
Pira dirokî ya Heskifê ya 2 hezar û 500 tl, di bin navê restorasyonê de wêran dibe.
Tê gotin ku beşa Parastina Mirateyên Çandî ya Zanîngeha Batmanê dê muzeya li "Qada Parka Çanda Nû" di sala 2018’an de muze veke û berhemên ji bendavê rizgar kirine li vir bi cih bike.
Dewlet ji bo parastina berhemên dîrokî dê 350 milyon TL xerç bike. Ji bo cihê nû jî dê 2 milyar 750 milyon TL pere xerç bike.
Li gorî raporê dê ekolîstema Geliyê Dîcleyê xera bibe. Gelek cureyên kêsik, çûk, masî, nebat û zindiyên di çemê Dîcleyê de dijîn tune bibin. Li gorî lêkolînê 266 cureyên nebatên endamîk ên dora Heskifê tune bibin. Ji van nebatan 66 cure li herêmê ne. 129 cureyên nebatan jî li Tirkiye tune . Dîsa 123 cureyên çûkan tune dibe.