ŞIRNEX – Li peravên Çemê Dîcleyê ya di Cizîrê re derbas dibe, segav ên ku nivşên wan bi tunebûnê re rû bi rû ne, hat dîtin. Segavê ji ber şolîbûna avê nedihat dîtin, ji aliyê masîvanan ve hat kifşkirin.
Li peravên Çemê Dîcleyê ya di navçeya Cizîrê ya Şirnexê re derbas dibe, segavê ku nivşên wan li ber tunebûnê ye, hat dîtin û dîmenan li ser medyaya civakî bala gelek kesana kişand. Segav demekê li perava çem li bejahiyê tevdigere û piştî demek şûn de, xwe berî nav avê dide û ji holê winda dibe. Li heremê ji segav “seyê avê” jî tê gotin. Bi salan e li heremê nedihatin dîtin. Ji ber xîza ji çem tê derxistin, qadên jiyanê yên segavan jî hatine tunekirin.