15 sal in çandiniya organîk dikin

BÛRSA - Malbata Ozkan eşkera kir ku 15 sal in li dijî alavên kîmyewî çandiniya organîk dikin. Malbata pîşe ji kal û pîrên xwe wergirtine, dixwazin ji bo xwarineke bi tenduristî, zebzeyên organîk esas bên girtin.

Li gundê Eskîdanişmentê ya navçeya Orhanelî ya Bursayê, malbata Ozkan bi çandiniya organîk re eleqedar dibe û hemû zebze û fêkiyan diçînin. Malbat di zeviyên xwe de çandiniyê dikin û balê kişand ser çandiniya organîk û eşkera kir ku li bazaran berên wab zaf tên ecibandin. Malbat 15 sal e bi vî karî re eleqedar e û vê yekê ji bo tenduristiya nifşên pêşerojê dike.

Kader Ozkan li Zanîngeha Bîlecîkê Beşa Endezyariya Çandiniyê xwendiye û bi malbata xwe re çandiniya organîk dike. Ozkan diyar kir ku di berhemên dawî de pir zêde madeyên kîmyewî tên bikaranîn. Ozkan da zanîn ku di navbera berhemên xwezayî û çandiniya organîk de cudahiyek heye û wiha axivî: "Em tovên ji kal û pîrên me mane diçînin, çimkî tovên li piyaseyê tên firotin kîmyewî ne, genetîka wan hatiye guhertin û berên wan ne baş in. Em di pêvajoya çandiniyê de gubreyê çewlîkê bi kar tînin. Derman bi kar naynin."

BERÊN XWEDÎ SERTIFÎKAYÎ

Ozkan dest nîşan kir ku 15 sal e bi sertifîkayê, çandiniya organîk dikin û wiha got: "Ji bo çandiniya normal piştgirî tune, nêrîna li hemberî organîkê cuda ye û tê xwestin. Berhemên ku em diçînin, tên dişopînin, tov û pêvajoya çandiniyê tê lêkolînkirin, her dem şopandinek heye. Divê ev berhem her dem bên nîşekirin û şopandin."

Ozkan piştrast kir ku li Tirkiyeyê piştgiriya ji bo çandiniyê her ku diçe kêm dibe, ew jî di şertên zehmet de çandiniyê dikin. Ozkan balê kişand ser buhayê mazot û karkeriyê jî û wiha domand: "Me li gorî sala par dîsa di heman rêjeyê de çandinî kir, lê ji ber buhayê mazotê kar û qezenca me ket. Ji ber hêza kirînê ya mirovan jî kêm bû, di warê firotinê de me zehmetî kişand."

Ozkan da zanîn ku desthilatdarî piştgiriyê jî nade wan, ev jî cotkaran dixe zehmetiyê. Dayik Emel Ozkan jî got ku ji bo tovên wan hêj zêdetir bi berhemdar bin, ewil ew di satilan de diçînin û bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên dewletê da û wiha got: "Her dem dibên em piştgiriya cotkaran dikin, me qet ev piştgirî nedît. Piştgiriyê her dem didin cotkarên mezin, ji bo me cotkarên piçûk piştgirî tune ye."

Ozkan anî ziman ku ew berhemên xwe dibin bazarên diyarde û wiha axivî: "Ez bi xwe diçim bazara Şîşliyê ya Stenbolê. Berhemên min tên firotin. Kesên navbeynkar berhemên min dikirin û li bazarê difiroşin. Lê dema ez dixwazim ji xwe re dezgehê vekim, Komeleya Genim nahêle. Dema navbeynkar hebe, em tiştekî qezenc nakin."

Elîf Çetîner - dihaber