'Şewatên li cihê tûrîzmê îştahê şirketên mezin vedike'

ÎZMÎR - Hefteya çûyî li Dîkiliyê ji ber şewata pirêzeyan şewat derketibû, piştî wê şewatê li Menderesê jî şewat derket û hêj nehatiye kontrolkirin. Serokê Şaxa Tarim Orkam Senê ya Îzmîrê Çagdaş Topal diyar kir ku ev şewatên bi destên mirovan tên derxistin, bi taybetî îştahê şirketên mezin vedike.

Ji hêlekî ve germahiya rojê, ji hêla din ve şewatên ji ber mirovan derdikevin bandoreke xirab li ser daristanên li welat dike. Hefteya çûyî li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê ji ber şewitandina pirêzeyan şewat derketibû û qadeke zêde daristan şewitî bû. Hêj agirê li wir sar nebû, li navçeya Menderesê şewatek mezin derket û 500 hektar erd şewitî. Miduryeta Herêmê ya Daristanên Îzmîrê, di 30'yê Hezîranê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wan li qadeke 2.5 milyonî amadekarî kiriye û ew di aliyê mudaxaleyê de amade ne. Piştî vê daxuyaniyê tenê di nava du rojan de li herêma Egeyê 9 îxbarên şewatê gihiştin Miduryeta Giştî ya Daristanan.

DI 14 SALAN DE 31 HEZAR ŞEWATÊN DARISTANAN!

Li gorî daneyên Serokatiya Karên Av û Daristanan, di navbera 1'ê Çileya 2003 û 31'ê Kanûna 2016'an de li tevahiya Tirkiyeyê 31 hezar 959 şewatên daristanan derketiye. Di van şewatan de 112 hezar 527 hektar daristan zerar dîtiye, qasî 74 hezar qad hatiye rehabîlîtekirin. Ev şewat gelek ji wan ji ber îhmalan derketine, sedî 95 jî ji ber mirovan derketine. Gelek caran ji ber ku bê pergalî pirêze tên şewitandin, şewatên cidî rû didin, lê bi taybetî li herêmên tûrîzmê, ev şewat zêdetir bi zanebûn tên derxistin û van herêman ji rant û înşaetê re vedikin.

ŞEWATÊ WEKÎ 'QEZA'YÊ DINIRNÎNIN

Serokê Tarim Orkam Sena Îzmîrê Çagdaş Topal aşkera kir ku şewatên ji ber mirovan derdikevin, wekî "qeza" tê nirxandin, şewatên li herêmên tûrîzmê tên derxistin, herî zêde kêrê şirketên mezin tên û wiha axivî: "Daristanên li welatê me di binê rîskek mezin de ye. Gelek şewatên demên borî derketine, sedî 95'ê wan ji ber mirovan derketine. Di demên dawî de li bajarên wekî Îzmîr, Gelîbolu, Anamur û Kaşê gelek şewat derdikevin û ev qadên daristanê yên girtî zêdetir dişewitin, ev herêm ji bo tûrîzim û tesîsên sanayiyê xwedî qîmetek mezin e, ev jî ji bo şirketên mezin cihê kêfxweşî û rantê ye."

'ŞEWATA PIRÊZEYAN XETEREYEK MEZIN E’

Topal destnîşan kir ku her sal şewitandina prêzeyan xetereyek mezin derdixe û wiha got: “Ji ber bê baldariya cotkaran şewatên mezin derdikevin. Cotkarên bêhişmend ji bo ku maliyeta wê kêm bibe û kar hêsantir bibe pirêzeyan dişiwetînin. Ekosîstema erdê bi şewitandinê tê guhertin. Di heman demê de erd pir ziwa dibe. Ji ber bê baldariya cotkaran dema prêzeyan dişewitînin, ev şewat dibe sedema şewata daristanan jî.”

'OPERASYONÊN LEŞKERÎ AHENGA EKOLOJIYÊ XERA DIKE’

Topal bal kişand ser şewata di encama operasyonên leşkerî de derdikeve jî û wiha pê de çû: “Dema mirov li dîroka derbasbûyî dinêre bi taybetî çolterên Dêrsim, Çewlik û Licê piştî operasyonên leşkerî şewatên pir mezin derketin holê. Ji ber şewata daristanan ahenga ekolojiyê ya welat tê xerakirin. Ev şewat qetliyama li dijî ekolojiyê ye.”

Topal bal kişand ser baldariya li hember şewatê û xwest civak li hember şewata xwezayê û daristanan bêdeng nemîne.