ÎZMÎR – Şewata daristanê ya li Menderesê di roja 3’emîn de didome û hat zanîn ku nêzî 800 hektar şewitiye.
Li çoltera taxên Delîomerlî û Şaşal ên girêdayî navçeya Menderesa Îzmîrê de şewata daristanê di roja 3’emîn dewam dike. Ev 3 roj e li gel hemû mudaxeleyan jî agir nehatiye tefandin. 4 balefir, 10 helîkoptêr û 128 ekîbên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê dikin. Ji gund û navçeyên derdorê jî welatî destek didin mudaxeleya şewatê.
Li herema Seferhîsarê nêzî 800 hektar qada daristanê şewitî. Hat zanîn ku ji ber bayê pêşî li şewatê nayê girtin. Hat aşkerekirin ku mirov bûne sedemên şewatê û şewat ji ber şûşeyekî derketiye.