ÇANAKKALE - Li nêzî gundê Karagomlek ê navçeya Ezine şewata daristanê didome. Li gorî agahiyan nêzî 30 hektar qada daristanê tev şewitî û bû arî.
Şewata daristanê ya li nêzî gundê Karagomlek yê navçeya Ezine ya Çanakkale didome. Şewata daristanê hêj nehatiye kontrolkirin û dar dişewitin. Hewldana vemiradinê ya şewata daristanê ku ji şevê din de dest pê kiriye didome. 2 helikopter jî tev li xebata vemirandinê bûye. Li gorî agahiyan heta niha 30 hektar qada daristanê tev bû xwelî.