Çopgeha herî mezin a Wanê welatiyan nerihet dike

WAN - Serokê VANÇEB'ê Cevdet Altindag, diyar kir ku şaredariya DBP'î tim hewl dida ku pirsgirêka çopê çareser bike, lê tim pirsgirêka çopê ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê dihat rawestandin û wiha got: "Heke wezaret di wext de kirarî bikirinan dê çopa ku li ser 40 donimî belav bûye niha li ser 2-3 donima bûna."

Li qada ku li ser riya Wan-Qelqeliyê ye ev nêzî 50 sal in ku çop tên rijandin û bêhna ku ji vê qadê tê welatiyan nerihet dike. Çopên ku li Gundê Şahbaxiyê yê girêdayî Şaredariya Tûşbayê ye, bi germa hewayê re bêhneke zaf genî ji derdorê tê. Çopên navçeyên Artemêtan, Rêya Hevrîşîmê û Tûşbayê li çopgeha ku li Gundê Şahbaxiyê ye tên rijandin. Ev çopên ku li qadeke 33 hektarî tên rijandin niha 3 milyon ton derbas kirine. Salê 23 milyon metrekup gaza metanê li xwezayê belav dike. Ji bo rakirina van çopan welatiyan gelek caran serlêdan kirin, lê belê hemû jî bê encam hatin hiştin. Welatî êdî dixwazin çareseriyek bê peydekirin.

JI BER BÊHNA ÇOPÊ NIKARE RAKEVE

Welatiyê bi navê Îbrahîm Guleken (57), diyar kir ku bi taybetî bi şev ew nizanin ku dê ji ber bêhna çopê çi bikin û wiha bertek nîşan da: "Em dikin nakin em ji vê bêhnê xelas nabin. Êdî hêdî hêdî çop bi ser me de tên. Ricayek me ji rayedaran heye. Serokomar, Walî yan jî kî dibe bila bibe, bila çareseriyekê ji vê çopê re bibînin. Bila Qeymeqem beg jî bê vir. Bila bên û halê me bibînin û paşê biçin. Ev çend sal e ku me dixapînin."

‘3 MILYON TON ÇOP KOM BÛYE'

Serokê Yekîtiya Rêveberiya Hawirdorê ya Îdareyên Herêmî ya Wanê (VANÇEB) Cevdet Altindag, dest nîşan kir ku ji sala 80'yî ve heta niha yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Wanê pirsgirêka çopê ye. Altindag, diyar kir ku bi salan e ku herêm ji aliyê şaredariyan ve wek qada çopê tê bikaranîn û wiha got: "Hemû çopên li navenda Wanê bi depoyan li vir tên rijandin. Niha hema bêje qada ku çop lê tê rijandin bûye 40 donim û 3 milyon ton çop lê kom bûye. Rojane çopên navçeyên Rêya Hevrişîmê, Artemêtanê û Tûşbayê tên rijandin û ev teqabulî 700 tonî dike. Di sala 2006'an de VANÇEB ji ber vê yekê hat avakirin."

‘JIYANA MIROVAN DI TALÛKEYÊ DE YE'

Altindag wiha domand: "Cihê ku çop lê ne, êdî li nav jîngehan dimîne. Heta 500 metreyî dûrî jîngehên TOKÎ'yê ye. Carinan em diçin bêhneke ecêb heye. Jiyana mirovan di talûkeyê de ye."

Altindag, anî ziman ku di dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Bekir Kaya de ji bo rakirina çopê wan hewl daye û wiha axivî: "Me û rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi hev re xebatek da destpêkirin. Tam em ber bi dema îhalê ve diçûn, lê em hîn bûn ku ev der mêrg e. Lê belê 35 salan wek çopgehê hatiye bikaranîn. Mewzûata mêrgan jî hinekî cuda ye. Heta tahsîsat çênebe hûn nikarin li wir tiştekî bikin. Ji ber vê di destpêka 2016'an de me hemû kirariyên li saziyên herêmî qedandin û ji bo tehsîskirina qadê me daxwaz li Wezareta Çandiniyê kir."

'JI BER ŞAREDARIYA DBP'Î BÛ EWRAQ HATIN RAWESTANDIN'

Altindag, got ku wan ji bo tahsîsê daxwazname daye Wezareta Çandiniyê û wiha domand: "Lê Wezareta Çandiniyê salekê tu kirarî nekirin. Ji ber şaredariya DBP'î bû ewraq hatin rawestandin. Ev mijara zaf girîng bû qurbana siyasetê. Herî dawî piştî qeyûman rewş ragihandine wezîr û ji Sibata 2017'an ve kirariya tahsîsatê hatiye destpêkirin."

Altindag bi bîr xist ku di dema Bekir Kaya de, ji bo lêkolînê kesên pispor ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê hatine. Altindag got ku di encama lêkolînan de derketiye holê ku, ji çopan dikarin ceryanê hilberînin. Altindag, diyar kir ku paşê bi fîrmayan re pêwendî hatiye danîn û gelek fîrma xwestine beşdarî vî karî bibin, lê belê sirf şaredariya DBP'î bûye Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê kirarî bi derengî xistine û wiha got: "Yanî bêyî mesref heke salek berê bihata tahsîskirin dê îhaleya vê derê bihatana kirin û dê ser wê bihatana girtin. Ew çopa ku li 40 donimî belav bû, dê li ser 2-3 donima bihatana bicihkirin. Heke li hawirdorê xebatên şînahiyî bihatanan kirin dê pirsgirêka çopê bêyî mesref ji holê bihatana rakirin."

Altindag herî dawî wiha got: "Dema Wezîrê Çandiniyê hat Wanê û di heman demê de walî begê ku wek qeyûm hat tayînkirin dema vê prisgirêkê ragihand wê biryara ku salekê hat rawestandin di nav hefteyekê de hat. Hemû kesên eleqedar û xwedî wijdan divê vê pirsgirêkê çareser bikin. Wek VANÇEB'ê çi ket ser milê me, me kir lê belê me nikaribû ji derheqê kêfiyeta ku hemû derqanûniyan dikir derkeve."