COLEMÊRG - Ji ber qedexeyên li herêmê êdî tu kes serdana Gola Xerdelanîsê ya gundê Kotranîs ê Colemêrgê nake.
Gola Xerdelanîsê ku li gundê Kotranîs ê Colemêrgê ye, bi bedewiya xwe ya xwezayî bala gelek kesî dikişîne. Gol li herêma ku dêr û bermayiyên dîrokî yên ji dema Nastûriyan mayî ye. Di biharê de hawirdora golê hêşîn dibe û di havînê de jî gelek kulîlk vedibin. Lê niha ji ber qedexeyên li herêmê kes galê ziyaret nake. Gelê herêmê bal kişand ser danasîna herêmê û rêvekirina wê ya ji bo turîzmê û xwest ku rayedar demildest qedexeyan bi dawî bikin.
‘EM NIKARIN BIÇIN GUNDÊ XWE'
Hayrettin Karaman ku ji gundê Kotranîsê ku hat valakirin, diyar kir ku Gola Xerdelanîsê li herêmê yek ji wan golên herî mezin e. Karaman got ku, dema ew zarok bûn havînê ew tim li ber golê bûn. Karaman, diyar kir ku ev gol malovaniya bi dehan cureyên çivîkan dike û wiha got: "Hayê kesî ji Gola Xerdelanîsê tune ye. Halbûkî ev gol li herêmê gola herî mezin e û bi taybetî jî di bihar û payîzê de warê civîkên macir e. Li vir mirov dikare pêrgî bi hezaran cureyên çivîkan bê." Karaman, anî ziman ku ji ber qedexeyan êdî salê ew carekê an jî du caran tên gund û wiha domand: "Zarokatiya me li vir derbas bû. Lê belê di salên dawî de ji ber qedexeyan êdî em nikarin biçinê. Li vir Dêra Xerdelanîsê, Dêra Kotranîsê, Dêra Pixînkê, Dêra Hecackê heye. Her wiha zozana Dahola Şûrhe, Gola Gamêş, Xirê Golê, Kahniya Xwînê, Warê Berereşî û Coya Berevajî ku ava wê berevajî diherike hêjayî dîtinê ye. Ev derên ku me behsa wan kir, her yek jê xwedî potansiyeleke turîzmê ne."
‘HERÊM PERÇEYEK JI BUHUŞTÊ YE'
Vahît Ataman ku bi salan e li herêmê sewalvaniyê dike, diyar kir ku piştî gund hatine valakirin ew li navenda Colemêrgê bi cih bûne. Ataman, diyar kir ku ava li herêmê paqij e û wiha got: "Herêma me perçeyek ji buhuştê ye. Em meha Tîrmehê jî li derdora Gola Xerdelanîsê kuvarkan berhev dikin. Erdnîgariyeke muhteşem e û divê ev erdnîgarî ji bo turîzmê bê vekirin. Ava vê herêmê zaf paqij e. Berê nimûne jê hatin wergirtin û li Enqereyê hatin pîvandin. Û rapor hatin amadekirin ku ji bo şûşekirinê baş e. Lê belê ji ber qedexeyan veberhênan nayên herêmê. Heke qîmeta vê gol û yên li herêmê bê zanîn em ê wek mirovên herêmê rihet bibin. Gola Xerdelanîsê û derdora wê ji bo meşên xwezayî û sporên çiyagerî herêmeke musaîd e. Gelek dêr û cihên wê yên dîrokî hene û turîst dikarin lê bigerin. Em dixwazin ev tişt hemû bên fikirîn, dawî li qedexeyan bê û ji bo pêşveçûyîna herêmê çi bivê divê bê kirin."