TOKÎ'yê çav berda malên Ûzûndereyê

ÎZMÎR - TOKÎ'yê li Taxa Ûzûndereyê ku bi xwezaya xwe û çanda xwe ya xwemal tê nasîn, çav berda 37 malên ku di nav "qada birîsk" de cih nagirin. Bêyî ku şaredariyên navçeyan projeyên wan binirxînin TOKÎ ket dewrê û ev liv û tevgera TOKÎ'yê welatiyên taxê heyirand. Biryara welatiyan ew e ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ku malên wan bên rûxandin.

Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê ku bi xwezaya xwe, çanda xwe ya xwemal tê nasîn û piranî welatiyên elewî lê dijîn û xwedî gelheyeke 4 hezarî ye, niha di nav pençikên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Karabaglari, TOKÎ û Emlaka Netewî de ye.

Şaredariya Karabaglari, ji bo ku li qada ku li jora taxê ye û 37 mal lê ne û li qada 11 hezar û 305 girav û qadeke 57 hektarî ku aîdî Emlaka Netewî ne "Navenda Transfera Bermayiyên Hişk, Tesîsa Plana Asfaltê" çêbike proje berpêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê kir. Plan di 9'ê Çileya 2017'an de ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hat qebûlkirin.

Bi hilawistina planan re welatiyên taxê îtiraz li şaredariyê kirin. Piştî ku îtiraz hat redkirin niştecihên taxê di 23'yê Hezîranê de li 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê doz li şaredariyê vekirin. Berî pêvajoya dozê dest pê bike, 37 mal û eraziyên aîdî Emlaka Netewî dewrî TOKÎ'yê hatin kirin. Ev 37 avahî di nav "qada birîsk" de cih nagirin. Lê derket holê ku dê TOKÎ van 37 avahiyan bike AVM û projeyên sîteyî. Niştecihên taxê ji vê rewşê nerazî ne.

‘YÊN EZIYETÊ DIKÊŞIN EM IN'

Niştecihê taxê Mehmet Turkelî anî ziman ku, divê di çarçoveyeke qanûnî de tapûyên malên wan bidin wan û wiha got: "Ji bo em tapûyên xwe wergirin me gelek caran serî li şaredariyê da. Gelek caran ji me re gotin 'Belê, em ê tapûyên we bidin we'. Lê belê, îro em dibînin ku malên me dane TOKÎ'yê. Yanî dê ji bo rantê bi kar bînin. Dê bi saya avahiyên du odeyî yên TOKÎ'yê dewlemendiyê li dewlemendiya mutehîdan zêde bikin. Ji bo em malên xwe nedin em ê heta dawî li ber xwe bidin. Qethiyen em ê teslîm nebin. Dibêjin 'fêdeya cemaweriyê'. Belê em cemawerî ne. 40-50 sal in yên eziyetê dikêşin em in. Em ê malê xwe nedin."

Fîdan Elçî jî ku 40 sal in li taxê dijî, dest nîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku malê wan birûxînin. Elçî, got ku têkiliya wan û cîranên wan zaf baş e û ew naxwazin vê hizûra wan xirab bibe. Elçî, diyar kir ku a rast ew e ku her kes li cihê xwe be û ew ê li dijî rûxandinê li ber xwe bidin.

WÊ JI BO MALA XWE YA YEKODEYÎ BITÊKOŞE

Nerîman Agir jî ku 45 sal in di xaniyekî yekodeyî de dijî wiha axivî: "Dixwazin van deran birûxînin. Odeyeke mala me heye. Em ê nedin. Heta ku ji dest me bê em ê li ber xwe bidin. Ji bo em vir nedin em ê her tiştî bikin. Ancax bi kuştinê dikarin malên me ji me bistînin."

‘RANT HEYE, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Nişteciha taxê Cevriye Demîrer ku 35 sal in li taxê ye, anî ziman ku hemû qadên hêşîn hedefa rêvebera ne û wiha got: "Dema wextê hilbijartinê tê em tên bîra wan, lê ji bo çi paşê kes li me napirse?" Erhan Kiliç jî wiha got: "Ji bo çi tê dewrkirin? Çimkî rant heye. Ma li Tirkiyeyê kes qîmetê dide mirovan? Ma kes mirovan wek mirovan dibîne? Heke rêveberan wek mirov bidîtanan dê ev zilm li me nekirinan. Heke bên em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."