AMED - Ji ber şerê li bajarê kurdan, di 9 salan de 4 hezar û 849 hektar zeviyên daristanê hat şewitandin û bû xwelî. Herî dawî li Licê leşkeran got "Em ê van çiyayan bişewitînin". Ev gef sinyala qetlîama xwezayê ye. Ekolojîstan bertek nîşan da.
Li rojavayê welat ji bo komên sermaeydaran ku dewlet piştevaniya wan dike qadên rantê tên vekirin û ji ber vê yekê qadên daristanî yên bi hezaran hektarî dibin xwelî. Lê li bajarên kurdan, ev rewş ji ber operasyonên leşkerî xwe dide der û ekolojî tê texrîbkirin. Li gor daneyên Wezareta Daristan û Karên Avî di navbera 2007-2016'an de li bajarên kurdan hezar û 72 şewat çêbûne û ji ber van şewatan qadeke 4 hezar û 849 hektarî bûye xwelî. Her çi qas wezaret sedema van şewatan wek "terorê" nîşan bide û îdia bike ku PKK'yiyan şewitandiye jî, lê baş tê zanîn şewat ji ber bombeyên ku ji balafirên şerî tên avêtin derketine. Her wiha ji bo qada PKK'yiyan bê tengkirin bi sedan hektar daristan ji aliyê leşkeran ve hatibûn şewitandin û ev yek di çapemeniyê de jî derketibû.
LEŞKER: EM Ê VAN ÇIYAYAN HEMÛYAN BIŞEWITÎNIN
Herî dawî bi beşdarbûyîna bi deh hezaran leşker, polîs û cerdevanan li Licê operasyon hatin lidarxistin û di dema operasyonan de leşkeran ji gundiyan re got "Ecele zadên xwe biçinînin, em ê van çiyayan hemûyan bişewitînin." Ev gotin jî nîşan didin ku dê daristanên li herêmê bên şewitandin.
'EV ŞEWATÊN POLÎTÎK IN'
Ekolojîst Sergen Sûcû, diyar kir ku şewatên daristanan ên li bajarên kurdan û rojavayê Tirkiyeyê hemû şewatên polîtîk in. Sûcû, dest nîşan kir ku şewatên li bajarên kurdan unsûrên ku piştevaniya sermayeya şer dikin di xwe de dihebînin û yên li rojavayê welat jî şewatên ku sermayeya nêzî hikûmetê ne.
'MEBEST TUNEKIRINA QADA GERÎLAYAN E'
Sûcû, anî ziman ku di salên 1990'î de li bajarên kurdan daristan û gund dihatin şewitandin û bi vê re koçberî derketibû holê û mebesta van şewatan tunekirina qada gerîlayan ne. Sûcû, anî ziman ku dewlet bi vî awayî tenê ne qadên daristanî, di heman demê de qadên çandiniyê jî dişewitîne û bi vî awayî qadên çandiniyê yên gundiyan jî tên tunekirin û bi vî awayî koçberî li gel tê ferzkirin.
Sûcû, dest nîşan kir ku şewitandina qadên darsitanî yên li bajarên kurdan û yên li Antalyayê eynê ne û wiha got: "Şewata li Kurdistanê dê îro bandorê li Torosan jî bike, dê bandorê li Behra Reş, li Egeyê jî bike. Çimkî, hemû tiştên li cîhanê bi hev re digerin. Xirabûna floraya Kurdistanê dê bandorê li floraya Behra Reş jî bike. Bi vê re dê pirsgirêkên kûrewî, qeyranên civakî û aborî derkevin holê."
'DIVÊ OPERASYON BÊN RAWESTANDIN'
Sûcû, balê kişand ser gotina leşkeran ku li Licê ji gundiyan re gotibûn "Em ê van çiyayan bişewitînn" û wiha axivî: "Qaşo dewlet li aliyekî ji bo berjewendiyên gel tevdigere, lê li vir pratîka operasyonê li ber çavan e. Dê bi van operasyonan gelek zarokên gel qetil bike. Dê mudaxileyî qadên jiyanê yên vî gelî bike. Dê qadên daristanî yên gel tune bike û dê gel mecbûrî nêvengeke zuha û bejî bike." Sûcû, anî ziman ku li Licê, Pasûr, Farqîn û gelek deverên Kurdistanê gelek qad di warê zanista tiba xwezayî de tên wateya çavkaniyê û wiha got: "Dewlet şîfaya gel jî ji dest wan distîne." Sûcû dest nîşan kir ku yekane çareserî aştî ye û divê demildest operasyon bên rawestandin.
'TU FÊDEYA ŞER LI MIROV Û EKOSÎSTEMÊ TUNE YE'
Rêveberê Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn, diyar kir ku hemû şerên li cîhanê dibin sedema mirina mirovan û texrîbkirina ekolojiyê. Sezgîn, got ku şerên ku bi salane li Rojhilata Navîn didomin bi awayekî zêde ekolojî texrîb kirine. Sezgîn, diyar kir ku niha li Mezopotamyaya jêr û jor şerekî ku hîn jî didome heye. Sezgîn got ku, bi taybetî jî şerê li bajarên kurdan didome û her diçe dijwar dibe bi awayekî zêde gefê li ekolojiyê dixwe. Sezgîn got ku divê ji bo xwezayê û mirovan demildest şer bê rawestandin û wiha domand: "Bi tu awayî fêdeya şer ji bo mirov û ekosîstemê tune ye. Baweriya me ew e ku divê em li nêvengeke bê şer şert û mercên jiyaneke mirovane bi pêş ve bixin. Em dixwazin ku bi nêrîneke ekolojîk hemû pêkhateyên ekosîstemê bi awayekî aştiyane bijîn. Lê mixabin em li Rojhilata navîn li nêvengeke ku hevsenga wê tune ye, asta wê ya exlaqî tune ye û mirov tên înfazkirin dijîn. Di vê nêvengê de pergalên dewletiyî ji bo bi ser kevein hemû çavkaniyên xwezayî û hevsengan li gor xwe bi kar tînin. Ji ber vê dema em bi nêrîneke ekolojîk binihêrin divê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li herêma me demildest dawî li şer bê. Hêviya me ev e û em ji bo vê têdikoşin."