MÊRDÎN - Li gundê Şemikê yê Şemre, welatiyan bertek nîşanî şîrketên Etibank û Cengizê ku xwestin li nav erdên gundiyan ên tapûkirî xebatên derxistina ji bo gubreyê bikin, dan.
Li gundê Şemikê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê şîrketên bi navê Cengiz û Etîbank ku di sala 1974’an de dest bi karê derxistina gubreyê kiribûn îro danê sibêhe xwestin li nav erdên gundiyan xebatên xwe bidin meşandin. Gundiyan bertek şîrketên ku bi alikariya leşkeran hatin gund û xwestin dest bi xebatê bikin, dan. Leşkeran li hemberî vê bi bombeyên gazê mudaxileyî gundiyan kir û ciwanê bi navê Ozan Onen bi bombeyê gazê birîndar bû. Piştî liberxwedayîna gundiyan bi demekê leşker û makineyên şîrketê ji gund derketin.
Hat zanîn ku rayedarên şîrketê ji gundiyan re gotiye: “Me ev erd ji dewletê kiriye, herin pirsgirêka xwe bi dewletê re hel bikin." Parêzerên gund li ser aloziya gund bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anîn, lê belê dozgeriyê jî gotye: “Ev kar zêdeyî quweta min e."
PEREYÊ ÎSTÎMLAQÊ NEDAN
Li gorî agahiyên keyayê gund Mehmet Hadi Araç ku der barê xebatên şîrketan de axivî, di sala 1974’an de şîrketa Etîbankê li ser dîtina gubreyê 2 donim erdê gundiyan îstimlaq kiriye. Araç da zanîn ku şîrketa ku li vir fabrîka vekir, ji bo donimeke erd pereyekî hindik da û heqê dinima din jî neda.
XEBATÊN XWE VEŞARTÎ DIDIN MEŞANDIN
Araç dest nîşan kir ku heya sala 1996’an şîrketê xebatên xwe li gund da meşandin û wiha axivî: “Wê demê ji bo gel di fabrîqeyan de bixebitin gundiyan bi şirketê re li hev kir. Di sala 2012’an de şîrketên Etîbank û Cengîz yên Mehmet Cengiz û Ferit Cengiz dest bi çêkirina tesîsekê kirin. Niha jî dixwazin erdên xwe firehtir bikin û madenê derxin. Der barê xebatan de jî tu agahiyan nadin gundiyan.”
ŞÎRKETÊ BI PEREYEKÎ ERZAN XWEST ERDAN BISTÎNE
Dîsa li gorî agahiyê ji gundiyan hatin wergirtin di meha gulanê de jî di navbera parêzerên gund û şîrketê de civînek hatiye lidarxistin. Welatiyan dest nîşan kir ku civîn li ser kirîna erdên gundiyan hatiye çêkirin û ev agahî parve kirin: “Di civînê de encamek derneket. Şîrketê ji bo her donima erd 4-5 hezar berpêş kir. Lê gundiyan qebûl nekir.”