Xwestin li nava taxê çahla JES'ê bikolin

ÎZMÎR - Derket holê ku li Taxa Ûzûndere ya Karabaglarê hatiye xwestin ku çahlên JES'ê bên kolandin. Walîtiyê hewce bi ÇED'ê jî nedîtiye. Li ser îtirazên şêniyên taxê pêvajoya ÇED'ê hatiye destpêkirin. Şêniyên taxê anîn ziman ku destûr nadin vê projeyê.

Derket holê ku ji bo li nav Taxa Ûzûndere ya girêdayî navçeya Karabaglar a Îzmîrê çahlên Santrala Enerjiya Jeotermalî (JES) bên kolandin proje hatiye amadekirin. Şîrketa Anonîm a Îthalat, Îxracat û Pîşezasiyê ya Petrol, Termal, Înşeat, Turîzm, Maden û Enerjiyê ya Ademê proje berpêşî Walîtiya Îzmîrê kiriye û walîtiyê pêdivî bi rapora Nirxandina Kargêrî ya Hawirdorê (ÇED) nedîtiye. Proje ji bo 11 hezar û 305 grav û parseleke ku li nav taxê ne hat amadekirin û tê plankirin ku dê di çarçoveya vê projeyê de li nav taxê 14 çahlên sondajî bên kolandin. Lê ji bo kolandina 2 çahlên sondajê Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Tabiî destûr daye.

NIŞTECIHÊN TAXÊ ÎTIRAZ KIRIN, DÊ PÊVAJOYA ÇEDÊ BÊ DESTPÊKIRIN

Lê belê ji bo kolandina çahlên sondajî ewil divê du mal bên rûxandin û her wiha li noqteya ku dê santrala sereke lê bê çêkirin jî darên zeytûnan hene. Piştî ku hat dîtin dê JES li nav Taxa Ûzûndereyê bê çêkirin û qada ku dm lê bê çêkirin qada zeytûna ye, niştecihên taxê bertek nîşan dan û li Gerînendetiya Bajêr a Hawirdor û Bajarsaziyê îtiraz kirin û li ser îtiraza wan şîrket mecbûr ma ku rapora ÇED'ê amade bike. Tê payîn ku ji bo rapora ÇED'ê dê hefteya bê şîrket û niştecihên taxê li hev rûnên.

'TAM LI NAV QADA ME YA JIYANÊ YE'

Gelê herêmê naxwaze li şûna mal û qadên wan ên zeytûnan JES bên çêkirin. Niştecihê taxê Mehmet Turkelî diyar kir ku proje projeyeke çewt e û tam li nav qada wan a jiyanê ye. Turkelî, anî ziman ku ew nizanin dê ava ku bê derxistin li kuderê bê bikaranîn û wiha got: "Em naxwazin bi bêhna kurkutê û bêhna hêkên xerabe bijîn. Em naxwazin darên me hişk bibin. Em naxwazin li vir em bi ava germ bişewitin. Ji ber vê yekê em JES'ê wek xetereyekê dibînin."

DARÊN ZEYTÛNAN HENE

Turkelî, diyar kir ku li qada projeyê darên zeytûnan hene û wiha axivî: "Em ê destûrê nedin ku zeytûnên me belav bikin. Ji bo vê me îtirazên xwe kirin. Me doz jî vekir. Em ê hewl bidin ku ev kes nekevin vir."

Niştecihê taxê Suleyman Gur jî, diyar kir ku ew ne li dijî hilberîna enerjiyê ne, lê belê ji bo jiyanê ew li dijî wê ne û wiha bertek nîşan da: "Divê mirov li dijî enerjiya ku jiyanê û xwezayê ji xwe re dike hedef derkeve. Heke vê pergala ku tu ava dikî zirarê nede zeytûnan, nede êmişan ewçax çêbike. Lê zirarê dide. Ez ê ji vê re bibêjim 'bisekine birayê min bisekine'. Here bila tu hindik pereyan qezenc bikî, lê li dera han çêbike. Derî aqilane ku li van deran çêdikin. Bila li cihên ku dûrî qadên jiyanê ne çêbikin."