TEKIRDAG - Li Taxa Yayabaşi ya girêdayî navçeya navendî Suleymanpaşayê ye, ji ber sedemeke nediyar li daristanê şewat derket. Di şewatê de qadeke 50 hektarî bû xwelî.
Li Taxa Yayabaşi ya girêdayî navçeya navendî Suleymanpaşa ya Tekirdagê, ji ber sedemeke nediyar li daristanê şewat derket. Şewat di demeke kurt de berbelav bû û ji bo tefandina şewatê 6 wesayîtên agirkujiyê, 4 arazoz û 2 helîkopterên agirkujiyê ku ji Çanakkale û Stenbolê hatin mudaxileyî şewatê kirin. Piştî 4 saetan şûnde şewat hat tefandin. Di şewatê de qadeke 50 hektarî ku darên fisteqan û berûyan lê bûn bû xwelî.
Ji bo sedema şewatê bê zanîn lêpirsîn hat destpêkirin.