MÊRSÎN - Şaredariya CHP'î ya Mezitlî ji bo dibistana taybet ava bike 209 dolim qada daristanê ya Taxa Esenbaglarê dewrî MEB'ê kir. Welatiyên taxê yên darê wan hatin birîn bertek nîşan dan.
Şaredariya CHP'î ya Navçeya Mezîtlî ya Stenbolê 290 dolim zeviya li Taxa Esenbaglarê ku qada daristanê û zeytûnan e, wekî "Wesfa wê ya daristane tune" nîşan da û ji bo dibistana taybet û leyliyê dewrî MEB'ê kir. Pişti zevî dewrî MEB'ê hat kirin, bi dehan darên zeytûnan ên li qadê hatin birîn. Welatiyên taxê yên darê wan ên zeytûnan hatin birîn bertekên xwe anîn ziman.
Welatiyan diyar kirin ku di çarçoveya projeyê de dê bi hezaran darên zeytûnan bên birîn. Welatiyên ku bi salan e li vê qadê debara xwe dikin û xwezayê diparêzin bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku berê şaredariya Mezîtlî xizmeta ceyran û rê da wan û wiha gotin: "Em ne li dijî dibistanê ne. Lê divê ji bo dibistanê cihekî din bê dîtin û dar nayên birîn.
JI SEDÎ 90 QADA DARÊN ZEYTÛNAN E
Şêniyên taxê Osman Goçmen, diyar kir ku ew ne li dijî projeya dibistanê ne, lê divê dibistan li qada daristanê neyê avakirin. Niha dibêjin "Ne qada daristanê ye" Ev tespîtek şaş e. Ji sedî 90 qada daristanê û zeytûnan e. Divê dibistan li qada daristan û zeytûnan neyê avakirin. Li vê taxê ji bilî 209 dolim zevî 260 dolim zeviya din heye. Bi tevahî 500 dolim e. Qada ku berê şaredariyê kiribû copgeh heye. Bila biçin li şûna çopgehê dibistanê ava bikin."
Li taxê nêzî 50 -100 mal hene. Ev malbat debara xwe li ser vê zeviyê û van zeytûnan dikin. Ger ku ev xanî bên xerakirin cihê welatî biçin lê bistirin tune ye. Salê em 10 ton zeytûn ji vê zeviyê kom dikin. Vir hem qadê debarê ne û hem jî depoyên oksîjenê ne."
Şêniyên taxê Hasan Huseyin Zopali jî anî ziman ku 35 salin li vir dijî û debara xwe bi zeytûnên li vê qadê derbas dikin. Zopalı, anî ziman ku ger xaniyê wî bi serê wî de xera bikin, darê wî yên debarê jêkin, sewayî wî ji wî bistînin dê çi bike? Zopali, anî ziman ku cihekî biçe Şimdi ne yapacağız? Benim oğlumun Avrupa güreş şampiyonasında üçüncülüğü var; ama evinin adresi olmayınca okula yazdıramadım” diye konuştu. Ji bo kes bertekan nîşanî zeytûnên hatine birîn nede, darên dibirin ji vir kom dikin û dibin. Temenê van zeytûnan 100 salin. Hemû welatî debara xwe li ser van zeytûnan dikin.
Şukriye Goçmen jî diyar kirin ku darê wî birîn û xaniyê wî xera kirin û wiha got: "Xaniyê min ê 30 salî xera kirin. Hemû alav û amûrê min li derve man. Tiştekî em bikin tune. Bi maşînê zirxî û leşkeran hatin xaniyê min xera kirin. Min bi zorê xwe û zarokên xwe ji xanî xelas kir. Em çûn şaredarî u walîtiyê çadir jî nedan me û em li van ortan man.
Ergin Çaglar - dihaber