Robar tije çop kirin û keleha dîrokî jî kirin axur!

ŞIRNEX - Li bajaroka Qesrikê Robarê Rîsorê bi çopan hatiye dagirtin û her wiha Keleha Mîr û malên ji dema asûriyan mayî jî wek axuran tên bikaranîn.

Li Bajaroka Qesrikê ya Şirnexê hema bêje Robarê Rîsorê bi çopan hatiye dagirtin û her wiha avahiyên dîrokî jî wek axurên heywanan tên bikaranîn.

Robarê Rîsorê ku Çiyayê Cûdî û Gebarê ji hev vediqetîne, niha ji bermayiyên çopan xalî nabe. Li vê bajarokê nêzî 2 hezar welatî rûdinên û havînan bi sedan welatî ji ber ku hênik e serdana wê dikin. Lê belê robarê vê bajaroka ku xwedî raboriyeke bi hezaran salî ye, ji çopan xalî nabe. Welatiyên bajarokê çopên malên xwe yekser davêjin robar û her wiha kesên ji bo geştê tên jî çopên xwe davêjinê. Çop li nêzî Pira Basanê kom bûne û ji ber vê hêla herkana robar guheriye. Welatiyên bajarokê, diyar dikin ku şaredariya AKP'î pirsgirêkên binavayî çareser nake û her wiha welatiyên ji bo geştê tên jî, dixwazin li qeraxa robar konteynerê çopan bên danîn.

Ji ber çopên nav robar bêhneke nexweş li hawirdorê belav bûye û her wiha ev rewş ji bo masiyên di robar de jî xetereyê didin der. Çavkaniya Robarê Rîsorê çiyayên Bestayê ne û diherike Çemê Dîcleyê. Bi ava Robarê Rîsorê bi hezaran donim erd tên avdan.

Her wiha li bajarokê bermayiyên Keleha Mîr û bi dehan şikeftên dîrokî jî wek axurên heywanan tên bikaranîn. Her wiha hêleke keleh jî berê di dema xebatên rê de ji ber dînamîtên hatibûn teqandin rûxiyabû. Kavilên malan ên aîdî dema asûriyan in û li başûrê bajarokê dikevin jî ji aliyê welatiyên bajarokê ve wek embaran tên bikaranîn. Welatiyên serdana vê bajaroka dîrokî dikin, bertek nîşanî vê rewşê didin, lê belê li gel vê jî rayedar bajaroka dîrokî terkî çarenûsa wê kirine.