AYDIN – Li Bajarê Antîk ê Magnesia û gelek gor û perestegehên dîrokî ji ber avakirina JES’an bi tune bûnê re rû bi rû mane.
Santralên Enerjî yên Jeotermal (JES) li serê Aydinê bûne bela û her roj sosreteka JES’ê derdikeve holê. Li vî bajarê anîtk ku perestgehên Zeus û Artemîs yên aidî sedsala 3’emîn ku li Bajarê Antîk ê Magnesiayê ne, 30 sale xebatên kolanê didomin. Her wiha xebata kolana li vî cihê dîrokî jî di statûya Qada SÎT a Pileya 2’emîn de ye û li ser vê dîsa jî JES hatin avakirin. Li vê heremê gorên dîrokî yên aidî qraliyetan hene û niha bi xetereyê re rû bi rû ne û JES 10 metre dûrî vê heremê hatine avakirin.
Bi JES’an re bajarê antîk yê li qada SÎT’ê ye gelek caran di bin avê de maye. Ev bajarê qedîm ji ber xebatên JES’ê bi tunekirinê rû bi rû ye. Her wiha dê Çemê Gumuşê jî di bin bandora JES’ê de bimîne û dê bibe sedema qetilkirina hemû zindiyên li derdorê.
‘HER TIŞT DÊ BÊ QETILKIRIN’
Endamê Platforma Hawîrdorê ya Aydinê (AYÇEP) û şêniyê gundê Germencik Alî Erol got ku bi biryara JES’ên nû û avakirina JES’an dîrok û xweza tê tunekirin. Erol da zanîn ku ew ne li dijî enerjiyê ne û bêyî ku ev enerjî zirarê bide xweza û mirovan divê bên çêkirin. Erol dest nîşan kir ku yên dixwazin jeotermalan ava bikin jiyana mirov, sewal û xweza û daran li ber çav nagirin û wiha got: “Ji bo wan her tişt pere ye. Li ser biryara kesekî bi milyonan lebat, sewal û mirov tên qetilkirin. Li dijî enerjiya jeotermalê wek alternatîf enerjiya ba, av û rojê jî heye. Tu zirareke vê alternatîfê tune ye. Enerjî tê afirandin lê piştî xweza, mirov bên qetilkirin nayên afirandin. Dê bi hezaran darên hêjîr û zeytûnan jî tune bibin. Ev darên vê heremê dewlemendiya Tirkiyeyê ne.”
‘WÊ JES BÊHNA ME BIÇIKÎNIN’
Erol diyar kir ku li gel hemû hewldan û têkoşîna qanûnî jî wan tu encam wergirtiye. Erol dest nîşan kir ku dê bi avakirina JES’an re Bajarê Antîk Magnesia û gorên dîrokî bên tunekirin. Erol got ku ji ber JES’an ew ê 5-10 salên din nikaribin li herêma Egeyê bêhnê bistînin. Erol dest nîşan kir ku ji ber madeyên kîmyewî Çemê Gumuşê jî ziwa bûye û xwezaya vir jî hişk bûye. Erol anî ziman ji bo cihên dîrokî bên parastin wan gilî kiriye, lê bê bersiv maye.