ÎZMÎR- Çewlîka Gaggi ya li qontara çiyayê Karlik ê li gundê Sariyurta Bayindirê di 2010'an de bi awayekî komunal hatiye avakirin jiyanekî ku mirov ji ber ziman, welat û nijadê cuda nayên dîtin tê înşakirin.
Li gundê Sariyurt ê li qontara çiyayê Karlikê ku di hundirê sînorê navçeya Bayindirê ya Îzmîrê de ye di 2010'an de bi awayekî komunay li ser ereziya 50 donim çewlîka Gaggi hat avakirin û li vir jiyanekî ku mirov li gorî welat, ziman û nijadên xwe nayên cudakirin tê înşakirin. Li çewlîka Gaggi ya ku bi darên gûz, hirmî, sêv, şambelot, alû û beruyê ve pêçayî ye bi teknolojiyekî kêm, pereyekî kêm ve ji bo jiyanekî xwezayî hewl tê dayîn. Avahiyên vir jî ji waregehan pêk tê. Li Gaggiya ku metbax, serşok, atolye û sera tê înşakirin 8 waregeh bi sobeya daran tên germkirin.
ZIVISTANÊ BERF TÊ HELANDIN Û PÊDIVIYA AVÊ TÊ BICIHANÎN
Veysî Ozdemîr, Turkan Varîslî û dildarên ku li Gaggiyê dimînin û hewl didin jiyana xwezayê bidomînin qet mêvanên wan jî kêm nabin. Pêdiviya avê ya Gaggiyê jî ji lutkeya çiyayê Karlik ê ya 340 metre bilinde tînin bi awayekî xwezayî ji çavkaniyên avê yên xwezayî avê tînin. Ji ber ku dimehên kanûn, çile û sibatê jî berf zêde dibare çavkaniyên avê yên tên dicemidin vê carê jî berf tê helandin û pêdiviya avê tê bicihanîn. Pêdiviya ceryanê ya Gaggiyê jî bi panelên rojê tê bicihanîn.
LI DERIYÊN YURDAN KILÎT TUNEYE!
Li Gaggiyê ji ber ku telefon û amûrên muzikê yên bi ceryan qirejiyê dikin, pêdiviya muzîkê jî bi amûrên xwezayî yên muzîkê diafirînin ve dikin. Di hundirê tiştên paqijiyê yên ku li Gaggiyî tên bikaranîn de madeyên kîmyewî tuneye. Axa berû û sabuna rûnê zeytunê tê bikaranîn. Dildarên xwezayî yên ku bawer dikin xweza mirovan diparêze, tedbîrên ewlehiyê nagirin û deriyên xwe jî kilît nake. Tenê ji bo ku bostan bi berazan bê parastin çeper hatine danîn. Li Gaggiyê dildar di karên baxçeyan de heta karên çêkirina waregehan ji paqijiy3e heta vekirina qadên jiyanê yên nû bihevre diwebitin.
BI TOVEN CIHÎ HILBERÎN TÊ KIRIN
Li Gaggiyê 4 demsal çandinê tê kirin. Li seraya vê derê jî pêdiviyên zivistanê tên hilberandin. Turkan Varîslî anî ziman ku li bostanên xwe tovên cihî bi kar tînin, axa xwe bi tovên bi derman naxwazin qirêj bikin, tovên ku digihînin ji bo sala bê jî vedişêrin, ji bo tovên baş jî bi gundiyên derdûdorê de têkîliyan datînin.
LI BER TAVÊ HIŞK DIKIN
Fekî û sebzeyên li çewlikê tên hilberandin bi mêvanên uk tên re tê parvekirin. Tiştên ku tên hilberandin û zêde dimînin jî tên hişkirin û ji bo zivistanê tê veşartin. Varîslî ji bo vê yekê jî got ku dims, reçel, hingiv, gûz û fekiyên ku li vir hildiberînin dimin bazarên ekolojiyê jî û lir difiroşin, armanca vê ji firotinê zêdêtir bêyî bikaranîna dermanan jiyan dikare çawa be nîşan bidin.
KURMIKÊN LI HUNDIRÊ FEKIYAN BI DESTÊN XWE DERDIXIN
Li fekî û sebzeyên li vir tên hilberandin zibila kîmyewî û dermanên kîmyewî nayên bikaranîn. Varîslî anî ziman ku li vir armanaca wan a ku ji sedî sed bereketê bi dest bixin nîne ji bo gihandina berhema riyên alternatîf digerin. Varîsla anî ziman ku ew baxçeyên xwe jî bi ava ku ji çavkaniyên çiya tên ve av didin nexweşiyên hilberînin bi sebuna ereb, rûnê zeyt, sîrke, îsot û sîran ve derman dikin kurmên di hundirê fekî û sebzeyan de jî ji bo ku bêhtir xwezayî be bi destên xwe derdixin.
Ozdemîr jî anî ziman ku Gaggi bi awayekî kolektîf hatiye avakirin û ji bo jiyana hevpar, jiyana bihevre vekiriye li vir jiyan bi ferasetekî komunal ve dest pê dike. Ozdemîr bilêv kir ku li Gaggiyê li dogê salnameya xwezayê tevdigerin, felsefeeya li vir ew e ku mirov enerjiya xwe bi enerjiya xwezayê re bike yek û nirxandina "Xweza mamosteyeke baş e baş mirovan dide fêrkirin lê ji bo ve yekê jî divê mirv nereve. Divê bi xwezayê re bê jiyankirin" kir. Ozdemîr bilêv kir ku li Gaggiyê av, hewa û ax li gorî bajaran pir paqij e û wiha got: "Li vir nexweşiyên têger ên ku mirov li bajaran dijîn ez najîm. Ez sal in li vir im û nexweş jî neketim. Li vir emrê min pêş de diçe lê bêhtir zindî dibim." Ozdemîr got ku ew naxwaze li cihanê mirov li gorî welat, nijad û zimanê xwe bên cudakirin divê xebatên ku mirovan digihîne hev bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo min jî Gaggi cihekî mirovan bigihîne hev e. Ez dixwazim ev der ji bo mirovan bibe mala rûerdê."