MUGLA - Li gel birayara "rawestandina rêveçûyînî" a Daîreya 5'emîn a Dadgeha Bilind, biryara "Dijî mewzûata îmarê û li ser qadên SÎT'î nayê çêkirin" a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Îzmîrê û biryara "rûxandinê" ya Şaredariya Bodrûmê jî, li Gerîşê turbîna 4'emîn a RES'ê tê çikandin.
Li herêma Gerîşê ya navçeya Bodrumê ya Muglayê, ku ev herêm herêmeke şûnwarên dîrokî ye, Şirketa Lîmîted a Hilberîna Ba Ceryanê li ser qadeke 15 kîlometreyî 13 turbînên bayê ku hêza wan 11.2 Magawatt (MW) ye danî. Li gel birayara "rawestandina rêveçûyînî" a Daîreya 5'emîn a Dadgeha Bilind, biryara "Dijî mewzûata îmarê û li ser qadên SÎT'î nayê çêkirin" a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Îzmîrê û biryara "rûxandinê" ya Şaredariya Bodrûmê jîdîrek hatin çiakndin. Projeya Santralên Enerjiya Bayê (RES) berî du salan ji hêla 5'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hatibû rawestandin.
QEY GERÎŞÊ DIKIN QURBANA RANTÊ?
Serokê Avakar ê Platforma Biratiya Newalan Parêzer Remzî Kazman aşkera kir ku di projeya RES'ê ya li Gerîşê de 13 turîbîn hene, lê belê niha ji bo 100 turîbînan xebat tê kirin û wiha axivî: "Emrê RES'an tenê 20 sal e. Di hevpeymanan de, tenê ji bo 20 salan soz tê dayîn. Piştî 20 salan, heke bixwaze dikare vê projeyê dewam bike û dikare bi rêbazeke din jî dewam bike. Li gorî rapora ÇED'ê, hişmendiya ku ev birar daye, dixwaze 10 milyon metrekareyî bike malê cemaweriyê, ji vê milyonek metrekareyê bi kar tîne, 9 milyon metrekareyî jî ji bo tiştên cuda bi kar tîne. Ji xwe bi awayek, aşkere vê yekê di raporê de vedibêje. Ya rast di bin navê RES'ê de, li vir qadeke rantê tê çêkirin."
JI BO RESÊ BIRYARA RÛXANDINÊ HEYE
Kazmaz biryarên dadgehan jî bi bîr xist û wihadomand: "Ev rewş li dijî mewzûeta îmarê ye. Di vê der barê de biryara encumenên Şaredariya Bodrumê jî heye. Herî dawî Serokê Şaredariya Bodrumê got ku 'Em ê teqez hilweşînin'. Her çendî biryara şaredariyê hebe jî, lê hêj biryar pêk nehatiye."
Serokê Konseya Bajêr ê Bodrumê Mustafa Demîroz jî pişrast kir ku şêniyên Gerîşê jî hatine mexdurkirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê yek ji wan herêmên turîzmê yên herî girîng jî Bodrum e. Dê ev proje bandoreke xirab li ser Bodrumê bike. Dema qada ji bo 13 RES'an li ber çavan bê girtin, dê bi rihetî bê dîtin ku niyeta wan cuda ye."
Şêniyê Gerîşê Halîl Aktaş jî got ku "Heke ew hilneweşînin em ê hilweşînin" û aşkera kir ku wan berê 3 caran maşîneyên kar dane rawestandin. Aktaş dest nîşan kir ku divê biryara darazê li ber çavan bê girtin an ew ê bi xwe biryara xwe bidin.