ÎZMÎR - Waliyê Îzmirê ji bo bîrên JES'ê yên li taxa Uzundere ya navçeya Karabaglar bên vekirin pêdivî bi lêkolîn û rapora ÇED'ê nedît. Serokê Komeleya Parastina Bajarvaniyê Suleyman Gur, diyar kir ku cihê hiqûq lê xelas dibe çalakî dest pê dike.
Waliyê Îzmirê ji bo daxwaza çêkirina bîrên Santrolên Enerjiya Jeotermal (JES) a ku li taxa Uzundere ya Karabaglara Îzmirê bên kolandin, pêdivî bi rapora ÇED'ê nedît. Her çend Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Îzmirê biryarda ku Rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) bê amadekirin girt jî, Walîtiyê pêdivî bi rapora ÇED'ê nedît.
Şîrketa Bazirganiya Lîmetet û Sanaya Îtxal û îxracê ya Madenê ya Turîzm, Înaeta Termal û Petrola Adem ji bo projeya li ser parsela 11 hezar û 305 ada ya Hêjmar 1, armanc dike ku 14 birên sondajê bikole. Ji ber şîrket dê ji bo qada JES'ê darên zeytûnan bibire, welatiyên taxa Uzundere nerazîbûn nîşan dabû û xwestibûn rapora ÇED'ê bê amadekirin. Lê walîtiyê destûr neda ÇED'ê .
Serokê Komeleya Parastina Bajarvaniyê Suleyman Gur, diyar kir ku cihê hiqûq lê xelas dibe çalakî dest pê dike. Gur, anî ziman ku bi vê biryarê jiyana gelê herêmê li ber çavan nayê girtin. Vîn û jiyana gel tune dihesibînin. Em li dijî vê projeyê ne. Projeya JES'ê dê jiyanê li welatiyan biherimîne. Em bang li Şaredariya Karabaglarê dikin ku berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê şaredariya Karabaglarê.
LI CIHÊ QIQÛQ BI DAWÎ BİBE ÇALAKÎ DEST PÊ DIKE
Gur, da zanîn ku ew dê her dem li dijî van pêkanînan di ber xwe bide û cihê ku hiqûq lê biqede çalakî dest pê dike.