Ekolojîst Barka: Li dijî ekolojîparêzan artêşên lûledirêj hatin avakirin

ÎZMÎR - Di ser OHAL'a hat îlankirin û KHK'yên hatin derxistin re salek derbas bû. Bi OHAL'a tê dirêjkirin û KHK'yên tên derxistin re li hemberî têkoşîna ekolojiyê jî darbe pêk hat. Ekolojîst Ertûgrûl Barka, bi bîr xist ku bi KHK'yan yekeyên ewlehiya taybet bi çekên lûledirêj li dijî kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin jî destûra avakirina artêşên xwe dane.

Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi lez û bez Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin. Piştî îlankirinê hikûmeta AKP'ê OHAL ji bo xwe veguherand "firsend"ekê û bi derxistina KHK'yan li gelek qadan guherîn pêk anîn. Bi van guherînan rê li ber talankirina ekolojîk vekir.

Bi "Pêşnûmaya Qanûnê ya Der Barê Destekkirina Projeyên Veberhênaniyê, Guherandina Navendên Du Bajaran û Guherandina Di Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de" li hemberî têkoşîna ekolojiyê darbe pêk hat. Bi vê pêşnûmayê re ji bo lezandina hin veberhênaniyên projeyî demildest Raporên Nirxandina Karîgerî ya Derdorê (ÇED) hatin qebûlkirin. Her wiha bi heman pêşnûmayê heyînên xwezayê û veberhênaniyên dê li qadên SÎT'ê bên çêkirin hemû li derveyî mekanîzmayên venihartinê hatin hiştin. Santralên nukleerê, santralên hîdroelektrîkê, santralên termîkê, projeyên şêt ku Şûraya Dewletê der barê wan de biryarên betalkirinê dabûn berpêşî texdîra Desteya Wezîran hat kirin.

MAFÊ PROTESTOKIRINA TALANKIRINA EKOLOJÎK TABIÎ DESTÛRA WALÎ HAT KIRIN

Bi hinceta OHAL'ê lidarxistina civîn û xwepêşandanan hat astengkirin an jî bi destûra walîtiyan ve hatin girêdan û her wiha rê li ber yekeyên ewlehiya taybet hat vekirin ku bi çekên lûledirêj bên çekdarkirin û ev jî li hemberî têkoşîna ekolojiyê yek ji wan astengiyên sereke ye.

PÊVAJOYA ÇED'Ê HAT LEZANDIN, RÊ LI BER TALANÊ HAT VEKIRIN

Ekolojîstê navdar Ertûgrûl Barka dest nîşan kir ku peywirên ku bi qanûna ji bo civak û dewletê hatine dayîn, di warê ekolojîk de nayên sepandin û wiha got: "Di warê ekolojîk de ji xwe tim OHAL hebû." Barka, got ku Qanûna Hawirdor a Jimare 2178'an û rêziknameyên wê nayên sepandin. Barka, dest nîşan kir ku di civînên ÇED'ê yên der barê projeyên dê bên çêkirin de pesendiya gel tê pirsîn û civînên ku biryar tên dayîn veguherîne "Civînên ku gel hatine agahdarkirin". Barka, diyar kir ku bi OHAL'ê re îmzeya kesên di civînê de cih digirin esas tê girtin û wiha axivî: "Wek tu îtiraz tune bin, wek ku tu kes li hember dernakeve tên nîşandan. Bi OHAL'ê re vê yekê hêsantir kirin. Yanî bertekên gel esas negirtin. Hemû veberhênaniyên ku dixwazin bikin pêk tînin. Hin doz bi salan didomin, lê di warê huqûqî de tu tişt nexistin dewrê."

EWLEHIYA TAYBET BI ÇEKÊN LÛLEDIRÊJ XEMILANDIN

Barka, dest nîşan kir ku di dema OHAL'ê de ya ku herî zêde bandorê li têkoşîna hawirdorparêzan dike ew e ku yekeyên ewlehiya taybet bi çekên lûledirêj tên çekdarkirin û wiha domand: "Li Tirkiyeyê milyon û nîvek peywirdarên ewlehiya taybet hene. Niha jî destûr hat dayîn ku ev kes çekên lûledirêj bi kar bînin. Li nav bajêr ewlekarê taybet nikare çeka lûledirêj bi kar bîne. Hûn ê li kuderê bi kar bînin? Li herêmên bejahiyî. Li vir ewlekarên taybet li kuderê dixebitin? Li madenan, li HES'an, li RES'an. Yanî di dema OHAL'ê de destûra bikaranîna çekên lûledirêj ji bo vana hat dayîn û ev kes dikarin van çekan li hemberî kesên di warê ekolojîk de têdikoşin bi kar bînin. Li cîhanê salê zêdeyî 200 ekolojîst tên înfazkirin. Li Tirkiyeyê jî herî dawî 2 kes hatin înfazkirin. Niha jî bi rayeyên OHAL'ê hewl didin bêtir ekolojîstan bitepisînin. Kesên wek Cengîz Holdîngê ku sixêfan li gel dike hêzdar dikin. Berê bi destê cendirmeyan dikirin, niha jî bi destê ewlekarên taybet ên şîrketan dikin. Li gel vê li dijî kesên di warê ekolojîk de têdikoşin, artêşên xwe yên ku bi çekên lûledirêj hatine kokandin afirandine."