ANTALYA - Her çendî çêkirina HES'an li ser Newala Alakiriyê ji hêla dadgehê ve hat qedexekirin jî, HES'a 5'emîn hat çêkirin. Dildara Xwişk/Biratiya Newala Alakirê Tugba Gunal diyar kir ku jiyana xwezayî û zindîwerên di newalê de tê tunekirin, ji ber wê ew ê têkoşîna xwe ya li dijî HES'an dewam bikin.
Newala Alakirê ya li navçeya Kumluca ya Antalyayê, wekî qada SÎT a Xwezayî ya di Dereceya Yekemîn a Newala Alakirê de divê bê parastin, lê ji ber Santralên Hîdroelektîrîk (HES) di bin gefa tunekirinê de ye. Her çendî dadgehê çêkirina HES'an qedexe kiriye jî HES'a 5'emîn tê avakirin. Projeya Derekoy a HES'ê ji hêla Şirketa REÎS ve tê çêkirin û xwezaya herêmê tê tunekirin.
Dildara Xwişk/Biratiya Newala Alakirê Tugba Gunal aşkera kir ku ji 8 projeyên HES'ê yên li ser newalê, 4 jê hatine avakirin, 3 jê jî di pêvajoya projeyê de ne. Gunal da zanîn ku ji 8 HES'an, yek ji wan ji ÇED'ê hatiye muaf kirin, 3 ji wan nayên çêkirin lê rapora ÇED'ê hatiye girtin. Gunal got ku lê gel vê yekê jî tê xwestin ku li ser Newala Alakirê HES'an ava bikin.
'DARAZ ALÎGIRÊ ŞIRKETAN E'
Gunal dest nîşan kir ku li ser Newala Alakirê gelek pêkanînên derhiqûqî dixin meriyetê, gelek serlêdanên wan bê encam hatine hiştin û bi biryara bêşopandinê bi encam bûne. Gunal got ku şirket li gorî xwe kirasekê li hiqûqê dikin û çêkirina HES'an dewam dikin û daraz jî alîkariya şirketan dike.
Gunal piştrast kir ku di serdema OHAL'ê de hêj zêdetir xweza talan kirine û aşkera kir ku dema OHAL tune bû jî xweza dîsa dihat talankirin. Gunal anî ziman ku HES'an ne ji bo enerjiyê, ji bo rantê ava dikin û wiha axivî: "HES'ên li Newala Alakirê hatine avakirin, niha tenê ceryana AVM'yekê pêşwazî dike. Ji derveyê vê tu enerjiya wê tune."
Gunal herî dawî diyar kir ku ew dê ji bo zindewarên li Newala Alakirê têkoşîna xwe dewam bikin û piştrast kir ku ji ber HES'an Sûlava Kurşunluyê miçiqî ye.