ÊLIH – Li Êlihê Newala Îluhê ev 50 sale pirsgirêkên wê nehatine çareserkirin. Ev newal bandorek neyînî l ser derdor û şêniyên derdorêdike. Her roj qirêjî li newalê zede dibe û hemû sozên ji bo islahkirina newalê hatin dayîn jî pêk nehetine.
Bajarê Êlihê di salên 1940’an de gundek bi navê Îluhê bû û peyderkirina petrolê re gelek mirov koçî Êlihê kirin. Yek ji pirsgirêkên Êlihê ya herî bingehîn jî Newala Êlihê ya ku di nav 10 taxên bajêr de derbas dibe. Pirsgirêkên neyînî ya Newala Îluhê ku li ser derdorê û şêniyan bandora neyînî dike ev 50 sale didome û nayê çareserkirin. Hemû ava qirêjî û beravên Şîrketên Hevpar a Petrolên Tirkiyê (TPAO) û çopa derdorê dikeve Newalê û roj bi roj qirêjî zêde dibe û bûye sergoyê çopê. Her çiqas heta niha çend caran Newal hatibe paqijkirin jî lê ji ber projeyek mayînde nayê çêkirin her tim qirêjî dibe.
BI HEZARAN WELATÎ NEXWEŞ DIKEVIN
Newala Îluhê di nav taxên herî kevn ên Êlihê de derbas dibe û li ser jiyana bi hezaran welatî bandora neyînî dike. Hat zanîn ku ji ber Newalê, li ser şêniyên derdorê dibe sedema nexweşînên wek bronşît, astim û nexweşînên çerm. Muhtemelên lehî rabûnê Newal dibe sedema karasetan.
KARASETA LEHIYÊ PIRSGIRÊKAN KÛRTIR KIR
Li Êlihê di 31’ê cotmeha 2006’an de karaseta lehiyê çêbûbû û malên derdora Newalê hemû di bin avê de mabûn. 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan sewal telef bûbûn. Bi dehan donim erd zerar dît. Piştî karaseta lehiyê şêniyên ziyan dîtin pirsgirêkên aborî û derûnî jiyan kirin. Bi sedan malbat neçar man ku koçber bibin. Li gel ku 11 sal di ser lehiyê re derbas bûye lê hêj derdora Newalê nehatiye islahkirin. Pirsgirêkên Newalê di sala 2006’an de bi hevkariya partiyên siyasî û rêveberiyên herêmî hat rojevê lê islahkirina Newalê her tim li ser gotinê ma.
HER ÇIQAS XEBAT HAT KIRIN JÎ PÊK
Bi beşdariya gelek saziyên civaka sivîl û siyasî heta niha ji bo Newalê gelek anket û xebat hatin meşandin lê niha hemû rawestiyane û tu encam jê derneket. Her çiqas di anketê de encama “Pêş Rapora Veguhestina Bajêr” derket jî lê xwedî derketin pêk nehat û şêniyên derdorê ji bo projeya islahkirinê xwestin bê çêkirin lê daxwazê wan jî tenê li ser zimanan ma.
QEYÛM PROJEYÊ ASTENG KIR
Herî zêde şêniyên taxên Çarşi, Huzur û Îluh ji ber Newalê nerehetin û bi gazinin. Di serdema şaredariyên DBP’ê de xebatên projeya islahkirina Newalê hatin destpêkirin û carek hat paqijkirin. Lê berî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bê kirin, dê Şaredariya DBP’ê carek din vê projeya islahê pêk bianiya lê ji ber tayînkirina qeyûmê xebat hat astengkirin. Şaredariya DBP’ê dê hemû pêdiviyên gel jî çareser bikira û wisa hatibû plankirin. Lê ev plansazî di 11’ê îlona 2016’an de bi tayînkirina qeyûmê Şaredariya Êlihê neket meriyetê û niha jî hay û gumana qeyûmê ne ji welatiyan û ne jî derdorê heye.