HATAY - Şaredariya Samandagê ya CHP'î li qada cihnişînî navenda komkirina çopê ava kir. Niştecihên Taxa Sûtaşiyê, bertek nîşanî vê rewşê dan û ji bo tenduristiya zarokên xwe, xwestin navenda çopê bê rakirin.
Şaredariya navçeya Samandagê ya Hatayê ya CHP'î li qada cihnişînî navenda komkirina çopê ava kir. Navenda çopê ya ku hat avakirin ji bo tenduristiya welatiyan talûkeyê dide der. Ev navenda çopê ku li nêzî qada cihnişînî hatiye avakirin bêhneke genî berbelav dike û her wiha li nêzî navenda çopê selexane heye û ev hîn bêtir tenduristiya mirovan tehdîd dike.
Nurettin Koşker anî ziman ku mala wan nêzî navenda komkirina çopê ya şaredariyê ye û bêhn û gemariya li derdorê bandorê li zarokan dike. Koşker, got ku nayê qebûlkirin ku li qada cihnişînî navenda çopê bê avakirin û wiha pirsî: "Kîjan siyasetmedar dixwaze li nêzî mala wî navenda çopê hebe, ma dikare li tenduristiya zarokên xwe nefikire û tiştekî wisa bike?" Koşker, dest nîşan kir ku yekane daxwaza wan ew e ku ev navenda çopê ji qada cihnişînê bê rakirin û li cihekî dûr bê avakirin.
'EM BI BÊHNEKE KU MIROVAN QANSÊRÎ DIKE RE RÛ BI RÛ NE'
Necim Sagaltici jî wiha got: "Em vê qada çopê ku Şaredariya Samandagê li taxa me çêkiriye qebûl nakin. Em îro li vir bi dîmeneke ecêb û bêhneke ku mirovan qansêrî dike re rû bi rû ne. Hemû çopa Samandagiyê bi kamyonan tê veguhastin û li ber deriyê me, li ber pozê me êt valakirin. Qethiyen em vê yekê qebûl nakin."
'EM NAVENDA KOMKIRINA ÇOPÊ NAXWAZIN'
Niştecihê taxê Aziz Tum jî, anî ziman ku ew li derveyî welat dijî, lê belê her havîn ji bo betlaneyê tê Samandagiyê û cara ewil e ku ew bi tiştekî wisa re rû bi rû maye. Tum, diyar kir ku ew ji ber bêhna çopê nikarin îdare bikin û ew li taxa xwe navenda çopê qebûl nakin.
Ganiye Gobelek jî, anî ziman ku ew di nav çopê de dijîn û wiha axivî: "Em dixwazin ji rêveberiya herêmî ya ku ev rewş li me rewa kiriye bipirsin. Gelo ew dixwazin di rewşeke wisa de bijîn? Êdî zarokên me nikarin derkevin derve. Em tim wan li malê dihêlin."
Muzeyen Sagaltici jî wiha got: "Ji dêvla ku hûn ji bo zarokên me parkan çêbikin, hûn me mehkûmî nêvengeke wisa netenduristiyane dikin." Sagaltici, dest nîşan kir ku ew ji tu kesî doza jiyaneke luks nakin û wiha axivî: "Tenê em dixwazin li nêvengeke tenduristiyane bijîn."