Kanên Xîzê rê li pêşiya mirinê vedike

ÊLIH – Di demsalên havînê de kanên xîzê yên ku bi awayekî korsan tên kolandin û zerarê didin xwezayê rê li pêşiya mirinê vedikin. Zarokên dikevin avê di kanên xizê de di fetisin.

Li Êlihê di demsalên havînê de gelek zarok û ciwan di kanên xîzê de difetisin. Ji ber ku kanên xîzê di nava çemê Êlihê de bi awayekî korsan û li dijî pîvanên ekolojiyê tên vekirin, xwezayê talan dike. Li aliyê din zarok û ciwanên ku di demsala havînê de avjeniyê dikin di avê de difetisin. Çemê Êlihê ku yek ji şaxên Çemê Dîcleyê ye, bi nebatên xwe yên endamîk pir dewlemend e. Dîsa bi cûreyên sewalên derdorê jî navdar e. Lê ji ber kanên xîzê tên vekirin û bê kontrol çop li der û dore wî tên rokirin hem ava wî tune dibe û hem jî dibe sedema ku mirovên dikevin avê bifesitisin. Ekolojîperest diyar dikin ku li ser çem 50 kanên xizê hatine kolandin û di 10 salên dawî de ji ber kanên xîzê rêgeha avê hatiye guhertin. Bi taybetî di demsalên havînê de ji ber gelek kes dixwazin avjeniyê bikin dikevin avê, di kanên xîzê de difetisin. Tevî vê yekê bêdengiya saziyên sivîl û ekolojîperestan didome.

Li ser çem kanên ku kurahiya wan heta 6 - 7 metreyan heye. Ji ber kanan gol çê dibin û fitlonekên avê zêde dibin. Ji ber kanên avê di sala 2016'an de 17, di sala 2017'an de 14 kes di çem de fetisîn.

Zarokê 13 salî Sedat Gungor û zarokê 15 salî Cihan Yildirim diyar kir ku cihê ku lê avjeniyê bikin tune ye û neçarim bên li vir avjeniyê bikin. Zarokan anîn ziman ku ji ber bi awayekî korsan kanên xîzê tên vekirin li vir fitlonekê avê çê dibin û fitlonek wan dikişînin nava xwe û difetisînin. Zarokan, destnîşan kir ku ji ber kanên xizê zêde bûne êdî nikarin têkevin avê xwest êdî kanên xîzê bên girtin û xweza neyê talankirin.