Ji bo parastina xwezayê divê ji çopê ceyranê hilberînin

ENQERE - Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya EMO'yê Olgun Sakarya, anî ziman ku li Tirkiyeyê potansiyela ku ji çopê ceryan bê hilberandin heye û mirov bi vê rêbazê dikare rê li ber qirêjkirina xwezayê bigire.

Yek ji sedemên germbûna kurewî û diyardeyaa guherîna avhewayê hilberîn û mezaxiya enerjiyê ye. Ev sedem li gor yên din ji sedî 36 ji ber guherîna avhewayê ye. Hema bêje bandora vê rewşê li tevahiya cîhanê tê hîskirin û ev yek li hemberî pirsgirêkên hawirdor û avhewayê alternatîfên hilberandina enerjiyê bi xwe re tîne. Yek ji van alterantîfan jî ji çopê hilberandina ceryanê ye. Ev rêbaz li welatên Ewropayê zaf berbelav e, lê belê li Tirkiyeyê kêm e.

LI TIRKIYEYÊ 28 MILYON TON BERMAYÎ TÊN BERHEVKIRIN

Li gor encamên anketên Îstastîstîkên Bermayiyan ên Şaredariyê; li Tirkiyeyê ji hezar û 396 şaredariyan hezar û 391 jê xizmeta bermayiyan didin. Li gor anketê ev şaredarî 28 ton bermayî berhev kirine. Ji van bermayiyan salê 9 hezar û 936 ton li çopgehan tê valakirin û 17 hezar û 807 ton jî ji tesîsên depoyî re tên şandin.

Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO)'yê Olgun Sakarya balê kişand ser çavkaniyên enerjiya venûker ên li Tirkiyeyê û got ku, li Tirkiyeyê ji sedî 50-51'ê hilberîna ceryanê ji komur û gaza xwezayî ya îthalî tê hilberandin. Sakarya, anî ziman ku ev rewş hem di warê aboriya Tirkiyeyê, hem di warê ewlehiya hilberîna ceryanê û hem jî di warê bandorên xwe yên li ser hawirdorê tehdîd e. Sakarya wiha axivî: "Li hemberî vê çavkaniyên me jî hene. Wek çavkaniyên enerjiya venûker tav heye, ba heye, gaza çopê, biyokutle hwd. hene. Di warê van çavkaniyên enerjiyê de em ne di asteke berbiçav de ne. Çimkî, li ser vê bandora polîtîkayên tê meşandin heye."

'TIRKIYE DIKARE JI ÇOPÊ CERYANÊ HILBERÎNE'

Sakarya, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hezar û 391 şaredariyên ku xizmeta bermayiyan dikin hene û potansiyela Tirkiyeyê heye ku ji çopê ceryanê hilberîne. Sakarya wiha axivî: "Hin welatên Ewropaya bakur çopê ji derve dikirin û di warê hilberîna ceryanê de bi kar tînin. A rast divê em jî vê potansiyelê bi kar bînin. Divê ev çop ji depoyên wehşî derbasî depoyên modern bibin û di ser gaza metanê de em dikarin hilberîna ceryanê peyde bikin. Lê ji bo vê jî pêşî îrade divê. Divê mueyîde hebin, divê di vî warî de şaredarî bên teşwîqkirin. Çimkî, divê ev kar bi pêşengiya şaredariyan bê kirin."

'DÊ RÊ LI BER QIRÊJKIRINA XWEZAYÊ BÊ GIRTIN'

Sakarya, balê kişand ser fêdeyên hilberandina ceryanê ya ji çopê û wiha got: "Dê ew bermayî dubare bibin malê xwezayê û bi vî awayî dê hem rê li ber qirêjkirina xwezayê bê girtin hem jî di warê çavkaniya enerjiyê de dê hilberîneke me hebe. Lê ji bo vê divê îradeya siyasî nexşerêyekê diyar bike û divê têkildarî vê sererastkirinên mewzûatî çêbike. Her wiha dê ev rêbaz bandoreke neyînî jî li aboriyê bike."

Sakarya, diyar kir ku li Enqere, Edene, Stenbol, Kocaelî û hin bajarên din şaredarî di vî warî de hin gav avêtine, lê belê divê hîn bêtir bê berbelavkirin. Sakarya ev pêşniyar kirin: "Divê hikûmet di vî warî de rê li ber şaredariyan bixe. Mesela avakirina kooperatîfên enerjiyê. Di vî warî de dikarin welatiyan jî daxilî vê bikin."

'DIVÊ ÎNÎSIYATÎFA HERÊMÎ DESTEKÊ BIDE'

Sakarya, dest nîşan kir ku enrjiya venûker be jî divê bi tu awayî zirarê nede derdorê û wiha domand: "Li gel vê divê polîtîkaya enerjiyê li dor vîneke hevpar bê diyarkirin. Bi taybetî jî li cihekî ku tesîsa hilberînê lê be, divê înîsiyatîfa herêmî ji dil û can destekê bidê."

Diren Yurtsever - dihaber