ÎZMÎR - Daristana li Îzmirê ji 25'ê Tîrmehê heta niha dişewite. Di şewata daristanê de 500 hektar qada daristanî tev şewitî û bû xwelî.
Li navçeya Bayindır a Îzmirê şewata daristanê ku ji 25'ê Tîrmehê dest pê kiriye bê navber şewitî. Şewat piştî roja 5'an hat kontrolkirin. Di şewata daristanê de 500 hektar qada daristanê tev şewitî û bû xweli. Şewata daristanê ya li herêma navçeya Odemiş a Îzmirê û navçeya Turgutlu ya Manîsayê tesîra xwe nîşan da herî kêm 500 hektar qada daristanê tev şewitî.