Ekolojist Barka: Tu şewatên daristanan ne tesadufî ye

ÎZMÎR – Ekolojîst Ertugrul Barka, bal kişand ser şewatên dawî yên daristanan û diyar kirin ku ji sedî 95'ê daristanan bi destê mirovan pêk te û tu şewat ne tesadufî ne. Barka, anî ziman ku balkêş le li qadên tu tê xwestin razemeniyê lê bikin li wir daristan tê şewitandin.

Li herêma Deryaya Spî û Deryaya Ege her roj daristan tê şewitandin. Herî dawî 5 rojan li ser hev daristana li herêma Derya Ege hat şewitandin. Di mehek dawî de nêzî hezar û 500 hektar qada daristanê tev şewitî û bû xwelî. Ekolojîst Ertugrul Barka, bal kişand ser şewatên dawî yên daristanan û diyar kirin ku ji sedî 95'ê daristanan bi destê mirovan pêk te û tu şewat ne tesadufî ne. Barka, anî ziman ku balkêş le li qadên tu tê xwestin razemeniyê lê bikin li wir daristan tê şewitandin. Barka, anî ziman ku li Tirkiye şewata daristanan pir zêde ye û ev ne tesadufî ye.

EWIL PROJE PIŞTRE ŞEWAT

Barka, destnîşan kir ku li qadên şewat derdikevin berê proje tên avakirin û planên razemeniyê lê tê kirin û piştre jî li heman herêmê şewatên daristanê rû didin. Barka wiha got: "Em dibînin ku li ku dixwazin razemeniyê bikin li wir şewat derdikeve. Mînak şîrketa kargo û şirketa turîzmê dixwazin li Antalya razemeniya turîzmê bikin. Li herêmekê projeyê ama dikin. Piştre bi 'tesaduf'î li wê herêmê daristan dişewite.
Herî zêde herêmên ku maden û sanayî lê zêde şewata daristanan pêş dikeve. Em li mînakên cîhan û Tirkiye binerin. Sermaye tenê bi karê têr nabin. Ji bo ku mezin bikin divê xweza, maden û avê jî têxin nava xwe. Li cihanê welatek zeviyên çandiniyê wê welatê din dikire. Li gorî Qanûna Bingehîn a 1961'an divê bi tu awayî qadên daristanê neyên rakirin û birîn.

Daristan ne tenê dar in. Li wir dar, çûk, sewal, mar û morî jî dijîn. Li wir tevnek jiyanê heye û hemû tevna jiyanê winda dibe."